ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-14 09:00:43 * Parlementerê CHP’ê Mehmet Bekaroglû destnîşan kir ku eger AKP û MHP bi ser bikevin, wê herkes bedêlê bide û wê ev yek bibe destpêka pêvajoyeke tarî. Bekaroglû got: “Li hemberî îtifaqa AKP û MHP’ê, em ê jî li ‘hevpariyeke kêmtirîn’ a demokratîk ku her nasname, her bawerî bi terhê jiyana xwe têde bimîne bigerin.”  * Derhênerên îranî, tûnûsî û kanadayî diyar kirin ku çêkirina fîlman a jinan çalakiyeke polîtîk e û gotin: “Em bi fîlmên ku dikişînin hebûna jinan nîşan didin.”    * Nivîskar Aydin Engîn êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê wekî “dagirkeriyê” nirxand û got: “Şerê li nav Efrîna ku 600-700 hezar mirov lê dijîn, dê bibe sedema mirina gelek jin, mêr û zarokan.”    * Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko anî ziman ku ew ê tevî sendika û endamên girêdayî DÎSK’ê tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û got: “Ne rast e ku mirov Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bike. Wateya herî şênber a Newrozê, bidawîbûna Rewşa Awarte ye.”    * Şêniyên Taxa Dedeyaziyê ku li dijî kana madenê têkoşiyan û bi ser ketin, li dijî rayedarên şîrketê yên ku tevî biryara dadgehê heye jî gund neterikandin, hîn jî li ber xwe didin.    * Rêveberiya qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê, deriyê betonî yê Parka Newrozê ku li ser “Newroz Parki” nivîsandîbû bi kemçeyan rûxand.    * Hin komeleyên ku piştevaniya penaberan dikin, di demên dawî de polîs dibêjin “îxbara we hatiye kirin” û davêjin ser wan. Nûnerên van komeleyên ku xebatên wan gav bi gav tên şopandin, gotin nemaze piştevaniya ji bo penaberên sûriyeyî tê astengkirin û bi vî awayî tê xwestin ku penaberan bi zorê bişînin welatê wan.    * Li gundê Talê yê Colemêrgê di encama êrîşa SÎHA’yê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê gilî kiribû, lê belê 7 meh di ser bûyerê re derbas bûn, hîn jî tu pêşketin di dosyeyê de çêne bûne.    * Hayatî Aktop ê ji Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Tarsusê derket diyar kir ku girtî 24 roj bi zexta derûnî, lêgerîna tazî û ferzkirina pergala leşkerî re rû bi rû mane û rêveberiya girtîgehê pêkanînên neheq û dijhiqûqî bi KHK’yan ve girêdide.    * Geşedanên li Efrînê dê bên şopandin.    * Doza kujerê Helin Palandoken Mustafa Yetgin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Anadolu bê dîtin. (12.00)   * Komîteya Amadekar a Newrozê dê li 3 navçeyên Navendî yên Amedê belavokan belav bikin. (15.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê dê têkildarî OHAL'ê dê li Şaxa 2'yemîn a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê pêk bîne. (18.30)