Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye 2018-03-13 17:41:18   EFRÎN – Hevseroka Mevlîsa Federaliya Demokratîk a Sûriyeya Bakur Hediya Yûsif têkildarî civîna Konseya Ewlekariyê ku tê de behsa rewşa Efrînê bi firehî nehate kirin, diyar kir ku civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê berpirsyarên komujiyên ku li Efrînê tenê krin in.   Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif, têkildarî civîna Konseya Ewlekariyê ku duh hatibû lidarxistin, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku berpirsiyarên komkujiya li Efrînê pêk tê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ye.  Hediya Yûsif destnîşan kir ku endamên konseyê komkujiyên ku TSK'ê li Efrînê pêk tîne, paşguh kiriye û wiha got: “Êrîşên li ser Efrînê ketiye roja 53‘an. Endamên Konseya Ewlekariyê ku qaşo ji bo rewşa li Sûriyê nîqaş bikin, civiya bûn, qala Efrînê nekirin, tevî ku li Efrînê 6 komkujî li dijî sivîlan pêk hatine, bi dehan zarok hatine kuştin û hê jî hejmara teqez nehatiye tesbîtkirin ji ber ku hîn di ber enqazan de ne.”   Hediya Hûsif, da zanîn ku li Efrînê rewşeke trajîk tê jiyîn û wiha axivî: "Gelê Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dide û da xuyakirin ku zêdeyî 500 hezar kes li navenda bajarê Efrînê dijîn. Tirkiye li dijî welatiyan operasyonên qirkirinê pêk tîne.”   HEMÛ DEWLETÊN DENGÊ XWE NAKIN ŞIRÎK IN   Yusif, destnîşan kir ku civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî komkujiyên li Efrînê ber çavan derbas nake û got: "Hemû dewletên ku derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê dengê xwe nakin, şirîkên hikûmeta Tirkiyê ne û destê wan jî di kuştina sivîlan de hene, armanca wan welatan tenê berjewendiyên xwe biparêzin. Berpirsyariya komkujiyên li Efrînê hêzên navdewletî û Konseya Ewlekariyê ye. Êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê wekî şerê li dijî terorê pênase dikin. Zarên Efrîn şerê terorê kirin, êrîşên Tirkiyê ne tenê wê bibe sedema rawestandina  şerê li dijî DAIŞ‘ê, lê wê bibe sedama zindîkirina DAIŞ li herêmê.”   Hediya Yûsif di nava axaftina xwe de, diyar kir ku gelê Efrînê beşeke ji gelê Sûriyê ye û Efrîn jî beşek ji xaka Sûriye yê û hemû pêkhateyên wê li ber xwe dide. Hediya Yûsif her wiha got, heger ku ev gel rast komkujiyan, berpirsayên yekemîn ên van komkujiyan, civaka navdewletî, Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ne"    Yusif, herî dawî got bal kişand ser bêdengiya hêzên navnetewî û wiha got: "Ev bêdengî dê herêmê ber bi rewşeke xirabtir dibe. Ev yek dê bibe sedem ku Tirkiyê terorîst  û çeteyan derbasî herêmê bike."