Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin 2018-03-13 17:43:01 EFRÎN – Kerwanê piştgiriyê ya gelê herêmê Cizîrê ku ji sedan kesî pêk dihat, gihişte Efrînê û li gundê Sogonakê yê navçeya Şêrawa kom bûn. Li ser navê heyetê Ehmed Şêxo wiha got: "Li Efrînê dîrokeke nû bi xwîna şehîdan tê nivîsandin. Dema em behsa Efrîn dikin, dîrokên qehremaniyê tê bîra me."  Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê di roja 53'an de bi tang û bombeyan berdewam dike. Xwedîderketina Efrînê her ku diçe zêde dibe. Kerwanê piştgiriyê yê gelê herêma Cizîrê, li gundê Sorgonakê ji aliyê gelê Efrînê tevlî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM‘ê ve hat pêşwazîkirin.   Di kombûnê de, Hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Kobanê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û got: ”Em bejna xwe li hemberî şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû şervanên ku bedena xwe ji bo parastina sivîlan kirin Mertala ditewînin. Li Efrînê dîrokeke nû bi xwîna şehîdan tê nivîsandin. Dema em behsa Efrîn dikin, dîrokên qehremaniyê tê bîra me. Gelê Efrînê îro şerê duyemîn mezintirîn hêz di NATO‘ê yê de dike. Kombûna gelên Bakurê Sûriyê li ser xaka Efrînê berisva dewleta Tirk a diktator e ya ku dixwaze gelê ji hev parçe bike ye.”   Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwerîn Yûsif jî aixivî û diyar kir ku tu kes nikare vîna gelê Kurd bişkîne û ew ê rê nedin tu kesî ku destdirêjiya xaka Efrînê ya pîroz bikin. Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid jî ji aliyê xwe ve got, “Em hatine Efrînê da ku piştgiriya gelê wê bikin. Armanca Tirkiyê ew e ku gelê Efrînê bide koçberkirin û projeya demokratîk asteng bike. Gelê Bakurê Sûriyê wê bi yek destê bersiva dijminan bide. Her peleke ji darên zeytûnan ji balafir û çekên giran bi hêztir e. Şerê li dijî Efrînê têne kirin hemû gelê Sûriyê hedef dike. Heger em mirin em şehîd bimirin û heger em bijîn em ê bi azad bijîn.”   Endamê Buroya Rêxistinî ya PYD‘ê Silêman Bedran jî wiha got: ” Efrînê dilê Kurdistanê ye, ji ber ku îro ji bo parastina tevahî Sûriyê û parçeyên Kurdistanê li ser ber xwe dide, ji ber ku rihê azadiyê li Efrînê ye. Em gelê Efrîn bi tenê nahêlin, em ê heta dawiyê li kêleka wan bin.”