Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye 2018-03-13 15:25:57 EFRÎN - Tevî topbaranê, şandeya ji Başûrê Kurdistanê ku ji rêxistinên civakî û siyasî pêk dihat, gihîşt bajarê Efrînê. Heyetê li Efrînê daxuyanî da û diyarkirin ku ew heta dawî li pişt gelê Efrînê ne. Endamên heyetê diyar kirin ku şerê li ser Efrînê li ser hemû Kurdistanê ye, serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye û Efrîn ji niha de bi ser ketiye.  Şerê Tirkiye yê li ser gelê Efrînê di roja 53'an de berdewam dike. Tevî hemû êrîşên hewayî û bejayî gelê Efrîne li dijî êrîşan di ber xwe dide. Li aliyê din piştgirî ji hemû perçeyên kurdistan û Ewropa berdewam dike. Ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê heyetek ji oldar, sazî û rêxistinên partiyên siyasî hatin Efrînê. Di 10’ê Adarê de heyetek oldar û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Tevî ku TSK'ê û OSO êrîşî heyetê kir û xwest heyetê asteng bike jî dîsa, heyetê xwe gîhand Efrînê. Heyeta başûr piştî hat Efrînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Heyetê li qada Efrînê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên heyetê diyar kirin ku Efrîn bi ser keftiye û Efrîn keleha berxwedanê ye. Endamên heyetê diyar kirin ku ji niha de Efrîn bi ser ketiye û wiha got: "Hêzên dagirker dixwazin di şexsê Efrînê de hemû Bakurê Sûre û Sûriye dagir bikin. Em heta dawî li gel Efrînê ne. Têkçûna Efrînê têkçûna hemû Kurdistanê ye. Serkeftina Efrînê sereftina hemû Kurdistanê ye. Efrîn bi ser ketiye û dê heta dawî Efrîn bi ser bikeve.