Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû 2018-03-13 13:05:57 ŞIRNEX – Li derdora gundê Dalekan a Qilebanê li qada baregeha leşkeriyê teqîn pêk hat û ji ber teqînê jina bi navê Narînç Yaman a pezê xwe diçêrand ji piyê xwe birîndar bû.  Li derdora gundê Dalekan a Qilebana Şirnexê li herêma baregeha leşkerî ya Fermandariyê Leşkeriya Taktîk a Sînorê Baglica teqînek rû da. Hat îdiakirin ku teqemeniya xistine xefikê teqiyaye û Narînç Yaman a bi hevjînê xwe Ahmet Yaman re pezê xwe diçêrand bi giranî birîndar bû. Welatiyên ewil çûn cihê bûyerê mudaxeleyî Yaman kirin. Hat zanîn ku Yaman ji piyê xwe birîndar bûye.    HERÊM XISTIN BIN DORPÊÇÊ   Welatiyan Yaman heta kêleka rê anî û ji vir bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Hat zanîn ku xetereya jiyanî ya Yaman heye.    Hat ragihandin di dema bûyerê de leşkeran mudaxeleyî Yaman nekiriye û derdora cihê bûyerê dorpêç kirin e.