TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir 2018-03-13 12:52:22 EFRÎN - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) konvoya karwana gelên Bakurê Sûriyê dixwest derbasê Efrînê bibe bombe kir.  Şer û êrîşên TSK'ê û OSO yên li ser gelê Efrînê di roja 53'an de berdewam dike. TSK'ê konvoya karwana gelan topbaran kir. TSK'ê bi topan êrîşê karwana sivîlên ku di xwestin di gundê Basûtê yê Şêrawa re ber bi navenda bajarê Efrînê ve diçin kir.  Derbarê zerarên ku ji ber topbaranê çêbûne tu agahî nehatin bidestxistin.