‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’ 2018-03-13 12:43:59 EFRÎN - Li Efrînê ku bi sedhezaran kes bi komkujiyê re rû bi rû ne, fikra berxwedan dê şerê li Sûriyeyê çareser bike, lê êrîş ruh didin DAIŞ’ê serwere. Hat zanîn ku malbatên El Nusra û OSO yên ji Îdlîbê, ji bo li Efrînê bi cih bikin anîne Kîlîsê.  Şerê li Efrînê di roja 53’yan de berdewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) li dijî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên evkarên wê OSO li ber xwe didin. Efrîna ku digotin dê 3 rojan, di hefteyekê de têk biçe, nêzî du mehane li ber xwe dide. Li Efrînê encamek gengaz, dê di qada Sûriyeyê de jî gelek pêşketinan bi xwe re bîne.    Komên DAIŞ’ê ku QSD’ê ji gelek herêmên Sûriyeyê paqij kirin, îhtîmal heye ku bi êrîşên li ser Efrînê re cardin derbikevin holê. Ger berxwedan Efrînê qezec bike, dê bibe kilîda çareseriya krîza Sûriyeyê jî. Di êrîşên bejahî û hewayê yên di 20’ê Çile hatin destpêkirin de, nêzî 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 700 sivîl jî birîndar bûn. Gelek cenazayê sivîlan jî dibin kavilên xaniyan de mane. Di êrîşan de malên gel, kargeh, dibistan, nexweşxane, cihên dîrokî, xweza û hwd hatin hedef gitin û bi hezaran avahî hatin bombebarankirin.    BI SEDHEZARAN MIROV BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ NE   Pevçûn êdî gehiştine navenda bajêr. Di navbera hêzên QSD û TSK/OSO de pevçûnên dijwar rû didin. Mirovên ku ji ber bombebaranê gund û navçeyên xwe terk kirin, li navenda Kantona Efrînê hatin  bicihkirin. Malbatên navenda bajêr jî deriyên xwe ji malbatên gund û navçeyan re vekirin.   Piştî şebekeya ava vexwarinê û bendava Meydankê ketin bin kontrola TSK’ê,  bi sedhezaran mirov bê av man. Rêveberiya Kantonê ji ava kaniyan hewl dide pêdiviyên gel ê avê pêşwazî bike. Cardin hêdî hêdî pirsgirêkên xurek û dermanan rû didin. Dixwazin Efrînê bixin çemberê û bixeniqînin. Li Kantonê 850 hezar Efrînê bi komkujiyê re rû bi rû ne. Hezên navneteweyî li hemberî vê yekê hîna jî bêdengin.   MALBATÊN NUSRACIYAN JI ÎDLÎB'Ê TÎNIN EFRÎNÊ   Rayedarên rêveberên Kantona Efrînê, ji bo welatiyên gundên wan hatin xespkirin, li gundê Maratê qemp avakirin û bi hezaran malbat li vir bi cih kirin. Hat diyar kirin ku dixwazin demografiya xeta ser sînor biguherin. Hewl didin malbatên komên OSO li ser xeta sînor bi cih bikin. Ji bo malbatên komên OSO û El Nusra yên ji Îdlîbê, li Efrînê bi cih bikin anîne Kîlîsê.   DAIŞ TÊ NÛKIRIN    Komên li hemberî berxwedana hêzên QSD’ê tê çûyîn, dibin navê OSO de cardin dixwazin bikevina  qada Sûriyeyê. Di nava van koman de komên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku berê navê wê El Nusra bû û Ehrar El Şam hene.  Tê gotin ku bi van koman DAIŞ tê nûkirin. Cardin piştî êrîşên li ser Efrînê, DAIŞ’ê li çiyayên Hama û Îdlîbê ketine nava tevgerê û hin gund dagir kirine.   SERKEFTINA EFRÎNÊ, DÊ BIBE SERKETINA SÛRIYEYÊ   Berxwedana Efrînê gelek planên herêmê û yên navneteweyî yên li Sûriyeyê têk birin.  Ev rewş zorê dide ku mase ji nû ve bê danîn. Berxwedana Efrînê, planên gelek hêzên di serî de DYA û Rûsya yên li qada Sûriyeyê nû kirin.  Ger berxwedana tê nîşandan bi ser bikeve, dê rê li çareseriya Sûriyeyê jî veke. Gelek welatiyên ji Helep û hemû herêmên Sûriyeyê koçî Efrînê kirin hene.    DIBE KU ŞERÊ SÛRIYEYÊ VEGERE SERÎ   Ger Efrîn bikeve bin kontrola Tirkiye û komên hevkarên wê, hemû pirsgirêk û şerê li Sûriyeyê heyîn dê kûrtir bibin. Ev rewş, tê wateya ku Tirkiye cardin bikeve Helepê. Ev yek dê ji bo gelek hêzên herêmê bibe pirsgirêk û şerê li Sûriyeyê dê cardin vegere serî.    MA / Nazim Daştan