Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin 2018-03-13 11:57:31 ÎZMÎR – Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogdu bê pîrozkirin. Ji Komîteya Amadekar a Îzmîrê Çerkez Aydemîr got: “Li qada Newrozê dê ji bo Efrîn, herêm û cîhanê soza me hebe.”  Li Îzmîrê jî dê bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” roja 21’ê Adarê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê ji bo destûrê serlêdana qanûnî kir. Dê Parlamenterên HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Muslum Dogan û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran wek axaftvan beşdar bibin û dê hunermend û komên muzîkê jî beşdar bibin.    ‘EM SOZ BIDIN EFRÎNÊ’    Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çerkez Aydemîr destnîşan kir ku ew ji bo Newrozê hemû amadekariyan dikin û banga li tevahiya sazî, kesayet û hemû beşên civakê kir ku beşdarî Newrozê bibin. Aydemîr got ku ew ê bi gelên xwe re Newrozek bi coş pîroz bikin û dê girse li qadê daxwaza azadî û aştiyê qîr bike. Aydemîr ev tişt got: “Li qada Newrozê dê ji bo Efrîn, herêm û cîhanê soza me hebe.”