Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin 2018-03-13 09:30:48 ŞIRNEX – Malbatên qurbaniyên Roboskî xwestin êrîşên li ser Efrînê demildest bên rawestandin û gotin: “Bila mirina sivîlan înkar nekin. Em van daxuyaniyan ji Komkujiya Roboskî dinasin û dizanin.”  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriye (OSO) 53 roj in li dijî Efrînê dewam dikin. Di vê serdema şerê Efrînê de ji ber êrîşên bi top û bombeyan gelek zarok û pitik jî di nav de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Malbatên kesên di Komkujiya Roboskî ya di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di encama bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de gelek jê zarok 34 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn, bertekên tund nîşanî êrîşên ser Efrînê da.    ‘BILA KEZEBA TU DAYIKÊN DIN NEŞEWITÎNIN’    Leyla Encu ya kurê wê Şervan jiyana xwe ji dest da diyar kir ku ew wek dayikên Roboskî êdî şer û komkujiyên nû naxwazin û got: “Dema em di televîzyonan de zarok û jinên tên qetilkirin dibînin, kezeba me dişewite. Êdî em naxwazin dayik bigirîn. Bes dayik, ciwan, zarok û gelê kurd qetil kirin. Carek dilê me şewitî, bila êdî kezeba tu dayikê ne şewite û nedin şewitandin.”    ‘BILA ÊRÎŞAN BI DAWÎ BIKIN’    Encû anî ziman ku rondikên wan ji bo 34 qurbaniyên xwe rijand niha jî ji bo kesên li Efrînê tên kuştin dirijînin û wiha got: “Ev êrîşên li ser Efrînê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Tirkiye bi kîjan mafî êrîşî wir dike? Çima Efrînê dagir dikin? Çima sivîlan bombebaran dikin? Hêj êşa me malbatên Roboskî sivîk nebûye, niha jî heman êşê bi efrîniyan didin jiyîn. Qiyameta li ser serê Roboskî niha jî heman qiyamet li Efrînê ye. Bila van êrîşan bi dawî bikin.”    ‘EM WAN JI ROBOSKÎ DIZANIN’    Hikmet Alma ku di komkujiyê de birayê xwe Nadîr winda kir jî destnîşan kir ku ew îfadeyên “Ji bo sivîl neyên kuştin, bi baldarî tev digere” yên AKP’ê û medyaya girêdayî wê ne samimiye û wiha axivî: “Em van daxuyaniyên wan ji Komkujiya Roboskî dinasin û dizanin. Li gel ku dîtin 34 qurbaniyên me sivîl in jî, ew bombebaran kirin. Ne mimkun e bi bi sedan bombebarankirinê sivîl jiyana xwe ji dest nedin. Di bombebaranê de jin, zarok, ciwan, kal û pîr tên kuştin. Efrîn herêma bi herî aram û bêdeng a Sûriyeyê ye. Mafê tu kesî tune ye aramiya gelê wir xera bikin. Efrîna delal bi bombebaranê kirin kavil û hiştin. Divê demildest êrîş bisekinin. Şer ne çareserî ye. Divê şer bi riya diyalog û muzakereyan bê çareserkirin.”    ‘EV MIROVAHÎ YE?’    Nahîde Encû ya kurê wê Nevzat jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî wiha got: “Em tu carî qet û qet şer û komkujiya li ser Efrînê qebûl nakin. Dayikên Roboskî naxwazin ku neynûka zarokekî jî xwînî bibe. Çi sûcê pitika 5 mehî heye qetil dikin? Ev mirovahî ye? Ez bang li herkesî dikim ku li dijî şer û komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Divê bêyî ku bibe dereng, Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl çi ji destê wan tê bikin. Vê rêveberiyê tişta ku li Roboskî dike, niha jî li Efrînê pêk tîne. Me êşên mezin kişand, bila êdî tu dayik û tu kes êşa me nekişîne.”    MA / Berzan Guneş