‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin' 2018-03-13 09:27:32 MÊRDÎN – Mêrdîniyan ji bo pîrozkirina Newrozê bang li herkesî kirin û gotin: "Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkarê li dijî Dehaq, li qada Newrozê bin."  Çend roj berê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrdînê daxuyanî da û bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" li tevahiya bajêr starta pîrozbahiyên Newrozê da. Wê di 17'ê Adarê de li Qoserê, di 18'ê Adarê de li Dêrik û Şemrexê, di 19'ê Adarê de li navçeya navendî Artûklû, di 20'ê Adarê de li Midyad û Stewrê û wê di 21'ê Adarê de jî li Nisêbînê bê pîrozkirin. Mêrdînî bi civînên gel bal dikişînin ser girîngiya amadekariyên Newrozê û ji bo tevlîbûnê bang li herkesî kirin.    ‘WÊ NEWROZA 2018'AN TECRÎDÊ RAKE'    Felek Fîdan ku got “Ew ê wekî hevrêyê Kawayê Hesinkar ê li dijî Dehaq li qadên Newrozê bin" bi lêv kir ku ew bawer dikin wê wê agirê Newrozê aştî, azadî û hêviyê ji bo hemû gelan bi xwe re bîne. Fîdan diyar kir ku wê di vê Newrozê de gel û aştî bi ser bikeve û ew ê pîrozbahiyên îsal bi ruekî berxwedêr pêşwazî bikin. Fîdan bi lêv kir ku tevî hemû çewisandin û astengiyan jî ew di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qadan bûn. Fîdan bang li hemû mêrdîniyan kir ku bi reng û dengê xwe li qadan bin.    'AGIRÊ NEWROZÊ JI BO GELAN RIZGARÎ YE'    Turkan Erol jî bi lêv kir ku meha Adarê bihara gelan e û got: "Em bi ruhê Kawayê Hesinkar xwedî li Newrozê derkevin. Divê jin û ciwan biherikên qada Newrozê." Erol, bal kişand ser qirkirin û şerê li ser jiyana jinan û got: "Em jinên mêrdînî e m ê bi rengên xwe, bi tilîliyên xwe û kincên xwe dakevin qadan û em ê zilma zaliman birûxînin."    Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar destnîşan kir ku Newroz destpêka jiyan û berxwedanê ye û got: "Agirê Newrozê ji bo gelê Rojhilata Navîn ên di nav aloziyekê de ne rizgarî û destpêk e." Sîncar bang li şêniyên bajêr kir ku xwedî li pîrozbahiyên Newrozê derkevin. Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a bi KHK'ê hat girtin Eyup Guven jî destnîşan kir ku ew ê bi coşeke mezin Newrozê pêşwazî bikin.