Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne! 2018-03-13 09:26:42 ŞIRNEX – DHMÎ'yê daxuyand ku di meha Sibatê de li Balafirgeha Şerafettîn Elçî 34 hezar û 903 kes rêwîtî kiriye. Li gorî sala çûyîn ji sedî 62 zêdebûyînek heye û hat hînbûn ku sedema vê yekê jî ew e ku rojê 750 rêwî ji Herêma Kurdistana Federe tên vir.  Gerînendetiya Giştî ya Saziya Qadên Hewayî yên Dewletê (DHMÎ), rapora "Îstatîstîkên Balafirgehan a Meha Sibatê ya 2018'an" daxuyand. Li gorî raporê di meha Sibatê de 34 hezar û 903 kes ji Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê rêwîtî kirine. Hat diyarkirin ku li gorî sala çûyîn ji sedî 62 zêdebûyînek heye.    Li vê balafirgeha ku rojê hema bêje 5 sefer tên kirin, di meha Sibatê ya 2018'an de di warê veguhastina kargo, poste û baxajê de jî li gorî sala çûyîn ji sedî 76 zêdebûyînek heye. Hat hînbûn ku ev yek 362 ton e.    JI HEWLÊR Û SILÊMANIYEYÊ TÊN ŞIRNEXÊ    Li gorî sala çûyîn di warê zêdebûyîna rêwiyan de zêdebûyîneke zêde heye û hat destnîşankirin ku sedema vê yekê jî, girtina balafirgehên ku piştî "Referandûma Serxwebûnê" ya 25'ê Sibata 2017'an a Herêma Kurdistana Federe hatin girtine bi xwe ye. Piştî referandûmê Rêveberiya Navendî ya Iraqê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyeyê çûnhatina navnetewî rawestandibû. Rêwiyên ku nikarin biçin derveyî welat, piranî jê balafirgeha Şirnexê bi kar tînin.    JI SEDÎ 66'Ê RÊWIYAN ÊN HERÊMA KURDISTANA FEDERE NE    Bi mînîbus û wesayîtên fîrmayên taybet rojê hema bêje 750 rêwî ji Herêma Kurdistanê tên Şirnexê. Piştî ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin, rêwî tên balafirgehê. Her diçe ev hejmar zêdetir dibe. Welatiyên ku ji vir diçin Enqere û Stenbolê ku hejmara wan 22 hezar û 500 e, ji vir jî berê xwe didin welatên Ewropayê.    Ji ber vê rewşa ku bi awayekî qismî be jî zirarê dide aboriya Kurdistana Federe, di demên dawî de li Balafirgeha Şerafettîn Elçî fiyetê bilêta herî erzan 400 lîre ye. Welatiyên ku nikarin bilêta balafirgehan bikirin, bi otobêsên fîrmayan rêwîtiyê dikin.