Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin 2018-03-13 09:25:25 ENQERE- Hîndekarê Zanîngeha Wageninen Prof. Joost Jongerden, bêdengiya hêzên navnetewî ya li ji bo operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê şîrove kir û got: "Kî xwe li bêdengî û nebihîstinê deyne, ew hevparê vî sûcî ye. Erdogan li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn agir û nefretê dipejiqîne."  Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî Tirkiye bi balafirên şerî Efrîna ku nêzî 850 hezar sivîl lê dijîn bombebaran dike. Profesor Joost Jongerdenê hollandî ku Rojhata Navîn ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku berpirsiyarê êrîş û binpêkirina jiyanê ya li bajêr Rûsya, Yekîtiya Ewropa û NY ye.    Jongerden, anî ziman ku dema bê hesabê Ewropayê behsa mafên mirovan û demokrasiyê dike, lê dema neyê hesabê wê naxwaze tiştekî bibîne. Jongerden got: "Mînak, dema êrîşên li hemberî Efrînê dest pê kirin Hikûmeta Hollandayê ji nû ve jenosîda ermeniyan ku 100 sal berê pêk hatibû nas kir. Lê belê heta niha êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar nekirine. Yek ji berpirsiyarên van êrîşan jî helbest Rûsya ye. Lê belê hinên din jî berpirsyar in. Kî li hemberî vê yekê xwe li bêdengiyê û nedîtinê deyne, hevparê vî sûcî ye. Bêdengiya li hemberî vî şerî tê wateya hevpariya hemû komkujiyan."    Jongerden destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan netewperstiyê û cîhadê tev li hev kiriye, kokteyleke talûke çê kiriye. Jongerden got: "Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navînê agir û nefretê dipijiqîne. Zirara gelê Efrînê negihaştiye tu kesî. Li Efrînê mirov li hemberî nefretê demokrasiyê, li dijî nexweşbîniyê piştevaniyê, li dijî çewisandinan azadiyê diparêzin. Gelê Efrînê ji bo kesî nabe tehdît."    ‘SEFERBERIYEKE DÎPLOMASIYÊ DIVÊ'    Jorgerden got: "Li Efrînê eniya leşkerî bi tena serê xwe nediyarker e. Eniya dîplomasî û siyasî jî diyarker e. Ji ber vê li hemberî vê operasyonê seferberiyeke mezin a dîplomasiyê divê."    MA / Selman Guzelyuz