Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e! 2018-03-13 09:22:44 ANTALYA - Parêzer Denîz Yildirim, parêzerê dosyeya Mûrat Araç ê hat derpêşkirin ku di binçavan de întihar kiriye, diyar kir ku ew hîn bûne ku îfadeyên kesekî hişê wî netemam di dosyeyê de cih girtine û got: "Kar û barekî Mûrat tune bû, ji bo çi wî derxistin qata sisêyan."  Li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê, di 15'ê Kanûna 2017'an de Mûrat Araç ê 19 salî di venêrîna rê de hatibû binçavkirin û hatibû derpêşkirin ku li avahiya emniyeta Antalyayê xwe avêtiye erdê û întihar kiriye. Piştî întiharê lêpirsîn hat destpêkirin, lê belê hîn jî biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê didome. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Antalyayê Parêzer Denîz Yildirim, diyar kir ku piştî bûyerê cenazeyê Araç tazî anîne nexweşxaneyê û rapora otopsiyê, wêne û gelek tiştên din nedane wan.    Yildirim, destnîşan kir ku wan ji bo rakirina biryara nepen a li ser dosyeyê jî serlêdan pêk aniye, lê belê hatiye redkirin. Yildirim destnîşan kir ku di 22'yê Çileyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bi Dozgerê Gazîpaşayê re hevdîtin çê kiriye û got: "Piştî hevdîtina serokê baroyê em hîn bûn ku, di dosyeyê de şahidek heye. Em hîn bûn ku hem hişê vî şahidî netemam e, hem jî pêgirtiyê tiryakê ye û herkes wî nas dike. Ev kes îdia dike ku xwe ji wir avêtiye. Ji bo vî kesî belkî rasterast gotina tiştekî wisa nerast be. Lê belê li Gazîpaşayê tê naskirin, dibe ku bûyeran manîpule bike. Her wiha em dikarin bêjin ku şahidiya vî kesî ne şahidiyeke pêbawer e."    ‘JI BO ÇI WÎ BIRIN QATA 3'YAN A EMNIYETÊ?'    Yildirim, diyar kir ku hîn jî bi xumam e ku ji bo çi Araç birina qata sisêyan a emniyetê û hîn jî ev yek nehatiye zelalkirin. Araç got: "Ji bo tespîta nasnameyê li qata jêrê ya emniyetê wêneyên Mûrat tên kişandin û li vir jî biryar tê dayîn ku radestî TEM'ê bê kirin. Lê belê tişta ku serê mirovan tev li hev dike, ew e ku tu karekî Mûrat li qata sisêyan tune ye, lê ji bo çi wî dibin qata sisêyan. Ev pirs hîn jî ji bo me li holê ye. Karmendê li wir dibêje ji bo wêneyên hatine kişandin li kompîturê bên barkirin wî birine qata sisêyan. Qata sisêyan a emniyetê odeya kirariyên agahiyî ye, lê belê qata sisêyan tu kar û barê Mûrat tune ye û ev rewş bi tu awayî îzahiyata vê rewşê tune ye. Ji şopa tiliyan bigire gelek tiştên din li qata jêr hatine kirin."    Yildirim, destnîşan kir ku ji bo nîşeyeke bi erebî ya ku tê îdiakirin di bêrîka Araç de bûye biryara nepeniyê hatiye dayîn. Yildirim got: "Sînordarkirina vê yekê û bi awayekî çalak nebirêvebirina lêpirsînê endîşeyên me zêde kirin. Niha li Tirkiyeyê hêzeke edlî ya cuda tune ye. Karmendên li vir in û dozgerê hêza edlî yê vê bûyerê her roj wan dibîne. Tevî karmendên ku tiliya wan di vê bûyerê de heye lêpirsîn tê birêvebirin. Ji ber vê me daxwaz kir ku bila dozgerê Gazîpaşayê lêpirsînê bi rê ve bibe. Niha çi hatiye kirin, çi tê kirin em qet nizanin. Jixwe rapora otopsiyê û qeydên kamerayan jî nehatin dayîn. Me ji bilî rapora bedena kuştî raporeke din xwest, lê ew jî nehat dayîn. Ev hemû hêviyên me yên der barê ronîkirina dosyeyê de lawaz kirin."    Yildirim destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji vî dozê bernedin. Her wiha Yildirim bi lêv kir ku 60 parêzer vê dozê dişopînin.    MA / Ergîn Çaglar