ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-13 09:00:30   * Parêzer Denîz Yildirim, parêzerê dosyeya Mûrat Araç ê hat derpêşkirin ku di binçavan de întihar kiriye, diyar kir ku ew hîn bûne ku îfadeyên kesekî hişê wî netemam di dosyeyê de cih girtine û got: "Kar û barekî Mûrat tune bû, ji bo çi wî derxistin qata sisêyan."    * Nûnerên partiyên siyasî ku gotin "Ger em bikaribin Stenbolê veguherînin Amedê, em ê vê pêşveçûyîna neyînî rawestînin û moral, hêzê biafirînin" destnîşan kirin ku wê Newroza îsal bibe nîşaneya îtrazakirina pergala yekparêz, netewperest, unîter û faşîzan.    * Hîndekarê Zanîngeha Wageninen Prof. Joost Jongerden, bêdengiya hêzên navnetewî ya li ji bo operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê şîrove kir û got: "Kî xwe li bêdengî û nebihîstinê deyne, ew hevparê vî sûcî ye. Erdogan li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn agir û nefretê dipejiqîne."    * Li Êlihê, qeyûm hemû darên li tekane qada hêşîn a bajêr a 159 hezar metrekarî ya li Esentepeyê jê kirin. Hat derpêşkirin ku dê vê qadê veguherînin qada îbadetê û ji ber vê dê dewrî Karên Diyanetê bê kirin.    * DHMÎ'yê daxuyand ku di meha Sibatê de li Balafirgeha Şerafettîn Elçî 34 hezar û 903 kes rêwîtî kiriye. Li gorî sala çûyîn ji sedî 62 zêdebûyînek heye û hat hînbûn ku sedema vê yekê jî ew e ku rojê 750 rêwî ji Herêma Kurdistana Federe tên vir.    * Mêrdîniyan ji bo pîrozkirina Newrozê bang li herkesî kirin û gotin: "Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkarê li dijî Dehaq, li qada Newrozê bin."    * Li Wanê 112 zozan ji ber sedema “Herêma Ewelehiya Taybet” qedexe ne. Yên sewalan xwedî dikin diyar kirin ku ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan û neçar in sewalên xwe li malê xwedî bikin û sewalkarî li ber xelasbûnê ye.    * Kayuş Çalikman Gavrîlof, bal kişand ser girîngiya berxwedana jinan a li dijî êrîşên li ser Efrînê û got: “Îro jinên Kurd, ereb, suryan û ermenî li Efrînê mil bi mil şer dikin. Ev yek Tirkiye dîn û har kir.”      * Malbatên qurbaniyên Roboskî xwestin êrîşên li ser Efrînê demildest bên rawestandin û gotin: “Bila mirina sivîlan înkar nekin. Em van daxuyaniyan ji Komkujiya Roboskî dinasin û dizanin.”    * Nûnerê PYD'ê yê Firansayê Dr. Xalid Îsa yê bi Serokê Fransa yê berê François Hollande re hevdîtin kir, diyar kir ku Tirkiye ruh û nefesê dide DAIŞ'ê û wiha got: “Cîhan dê heta kengî bêdeng be. Em dê heta dawî li ber xwe bidin. Wekî din şensa me tune ye."    Geşedanên der barê Efrînê de dê bên şopandin.    * Koma HDP'ê ya Meclîsê dê civîna heftane li meclîsê pêk bîne.    * Niqaşên li ser Tifaqa Hilbijartinê ya li Meclîsê dê bidome.    * Komiteya Amadekar a Newrozê ya Amedê dê têkildarî amadekariyên Newrozê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Parlamenterên HDP'ê yên Amedê bi armanca banga Newrozê bikin dê li nava bajar belavokan belav bikin. (15.00)