Li Enqereyê êrişa polîsan: Nûçegihana me Vûral rakirin nexweşxaneyê 2022-07-05 19:50:32   ENQERE – Li Enqereyê polîsan êriş bir ser "Meşa Rûmetê". Di êrişê de polîsan li rojnamevan Emel Vûralê xist. Vûralê rakirin nexweşxaneyê.    Li Enqereyê hat xwestin ku di çarçoveya Hefteya Rûmetê de li parka Kûgûyê "Meşa Rûmetê" bê lidarxistin. Beriya meşê ya bi pêşengiya rêxistinên LGBTÎ+, Parka Kûgûyê û derdora wê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan êriş bir ser kesên xwestin li Kolana Kenndyê bimeşin. Gelek kes bi erdê ve hatin kaşkirin û destên wan ji paş ve hat kelemçekirin. Her wiha polîsan gaza îsotan li kesên derdorê jî reşand.    LGBTÎ+ di meşê de israr kirin û daketin kuçeyên ber bi Kolana Hîlmî Tûnali ve diçin.    Di êrişê de 23 kes bi tahde û îşkenceyê hatin binçavkirin û destên wan ji paş ve hat kelemçekirin.    Di êrişê de polîsan ji nêz ve gaza îsotê avêtin ser çavê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emel vûralê. Paşê polîsan li Vûralê xist. Bi vê re Vûral ji xwe çû. Hevpîşeyên Vûralê ew rakirin nexweşxaneyê. Vûral piştî dermankirinê dê raporê wergire.    Her wiha nûçegihana KaosGL.orgê Asli Alpar jî ji nigê xw ebirîndar bû.