Polîsê ku tê îdiakirin Aydenîzê tahde lê kiriye piştî daxuyaniya Soylû rapor wergirtiye! 2022-07-05 19:13:22   ENQERE – Derket holê ku polîsê ku tê îdiakirin Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê tahde lê kiriye gilî nekiriye, lê piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derheqê mijarê de tweet belav kiriye bi 10 saetan rapora tenduristiyê wergirtiye.    Civîna Komîsyona Amadekariyê ya ji alîyê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê û Edaletê ve ji bo betalkirina parêzbendiya Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîzê hatibû avakirin bi dawî bû. Komîsyon bi serokatiya Alî Ozkaya yê AKP'î li hev kom bû. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê HDP'ê Abdullah Koç, Parlementerê CHP'ê Rafet Zeybek û parlementerên AKP'ê Alî Ozkaya, Emîne Zeybek û Orhan Kircali tev li komîsyonê bûn.    Seroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaşê derheqê 5 fezlekeyan de parastin kirin.    Piştî parastinê Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş li ber deriyê komîsyonê daxuyanî da û got: "Em bi betalkirina parêzbendiyekê re rû bi rû ne. Ez ê behsa tiştekî bikim. Polîsê navborî rapor wernegirtiye. Êvarî çûye mala xwe. Ev gotinên wî ne. Polîs dibêje, 'Gava min li malê li televîzyonê temaşe dikir min gotinên Wezîrê Karên Navxweyî dîtin. Tweetek belav kiriye, gotiye meseleyeke kulmavêtinê heye. Min jî got, her hal ez im.' Polîs piştî bûyerê bi 10 saetan rapor wergirtiye. Yanî îdiayeke bi vî rengî ay polîs bi xwe jî tune ye. Lewma ev tiştekî siyasî ye. bi vê tê xwestin ku hêzên demokrasiyê li hev kom nebin û tifaqa demokrasiyê bê astengkirin."    Beştaşê telefona şikandî ya Aydenîzê jî nîşan da û got: "Polîsan ev telefon şikandiye. Me ev yek wekî delîl bi xwe re anî. Telefona parlementer Salîhayê ye. Tahdê li çapemeniyê dikin û ji cihê bûyerê bi dûr dixin. Dîmenên ku wê girtine hatine jêbirin. Telefona wê xistine vî halî û piştî 3 saetan radestî endamên partiyê hatiye kirin. Em li hemberî bêhiqûqîtiyeke bi vî rengî edaletê diparêzin."    Komîsyon sibê saet dê di 11.00'an de cardin li hev kom bibe û dê biryar bê dayin bê wê parêzbendî bê betalkirin an na.