Gundiyên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-07-05 16:22:40   ŞIRNEX - Şêniyên gund ên ku bertek nîşanî DEDAŞ'ê dabûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li mezrayên Newala Îsaaxa û Zuranê yên gundê Dîrsekliyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê di navbera şêniyên gund ên nedixwestin cihê saetên wan ên ceyranê bên veguhestin û tîmên DEDAŞ’ê de gengeşî derketibû. Cendirmeyan bi xaza îsotê û ava şid mudaxeleyî gundiyan kiribû û gelek kes birîndar bûbûn. Di dema destwerdana cendirmeyan de 4 welatî, 5 xebatkarên DEDAŞ'ê û 6 leşker birîndar bûbûn.     Piştî bûyerê jî 20 şêniyên gund ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Şêniyên binçavkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Cizîrê hatin ragirtin. Piştî kar û barên îfadegirtinê jî 15 şênî hatibûn berdan.     5 KES HATIN BERDAN   Binçavkiriyên bi navên Y. Rûvanas, N. Rûvanas, A. Acar, H. Acar û karmendekî navê wî nehat zanîn ê DEDAŞ’ê ji ber ku leşkeran giliyê wan kiribûn, piştî kar û barên îfadeyê sewqî Edliyeya Cizîrê hatin kirin. Piştî karên îfadegirtinê, dozgeriyê bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Her 5 welatî jî hatin berdan.