Xizmên Windakiriyan: Em ê di hefteya 700’an de li vir bin û li benda tevlibûna we ne 2022-07-05 16:05:40   AMED - Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dan zanîn ku dê di hefteya 700’an de li Parka Koşuyoluyê bin û bang li her kesî kirin ku beşdarî çalakiyê bibin.    Çalalakiya “Bila Windakirî Bên Dîtin û Kujerên Wan Bên Darizandin” ku Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan li Parka Koşuyoluyê li dar dixin, dê di 9’ê tîrmehê de bikeve hefteyan 700’an. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê derheqê hefteya 700’an de vîdeoyek parve kir û Xizmên Windakiriyan ji bo hefteya 700’an banga tevlibûnê kirin.    Di vîdeoyê de ji ewil ji Xizmên Windakiriyan Aynûr Ayşîn axivî û wiha got: “Ji Stenbolê heta Koşuyoluyê ev bû 700 hefte ku em li vê derê rûdinin. Em ê dev ji doza windakiriyên xwe bernedin. Windakiriyên me li ku bin bila ji me re bibêjin.”   Ji Xizmên Windakiriyan Remziye Bayram jî xwest ku dewlet bila guh bide wan û wiha pê de çû: “Em dixwazin hestiyên zarokên xwe bibînin. Bila ew jî êdî destê xwe deynin ser wijdana xwe. Ne 700 hefte lê hezar hefte bi ser re derbas bibin jî em ê li vê derê bin.”   Di vîdeoyê de ji Xizmên Windakiriyan Îffet Mutaş jî destnîşan kir ku ev 700 heftene li vê derê ne û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin faîlên zarokên me bên dîtin. Heta ku em sax bin dê li zarokên xwe bigerin. Em dixwazin hestiyên zarokên xwe bibînin.”    Herî dawî jî Ferîde Gundem axivî û wiha got: “Ma çi sûcê birayê min hebû? Bêyî ku sûcekî wî hebe ji malê girtin û birin. Em niha li hestiyên wî digerin. Birayê min tê bîra min. Çi dibe bila bibe em ê di hefteya 700'an de li vê derê bin.”   Xizmên Windakiriyan her wiha bang li hemû derdoran kirin ku beşdarî çalakiya wan a hefteya 700’an bibin.