Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser rewşa Besra Erol 2022-07-05 15:58:34   ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa Besra Erol a 60 salî ku ji ber axaftina li ser gora keça xwe kiribû û hatiye girtin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 82’yemîn de berdewam dike. Malbat li ber avahiya Baroya Îzmîrê kom bûn û pêşmalkên “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin. Rêveberên HDP’ê piştgirî dan malbatan. Di çalakiyê de pankarta “Ji girtiyên siyasî re azadî, ji Besra Erol re azadî” vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Endama Meclisa Ciwanan a HDP’a Îzmîrê Hanîfe Çaçan 33 qurbaniyên di komkujiya Pirsûsê de canê xwe ji dest dan bi bîr xist. Çaçan bal kişand ser rewşa Besra Erol a 60 salî ku ji ber li ser gora keça xwe Evrîm Denîz Erol di komkujiya Pirsûsê de hatiye qetilkirin axivî ye û hatiye girtin û got ew ji bo Besra Erol azadiyê dixwazin û xwest tavilê were berdan.    'BERPIRS DEWLET E’    Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Hacay Yilmaz jî axivî û destnîşan kir ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne navendên kuştin û îşkenceyê û berpirsiyariya mirinên li girtîgehan dewlet e.    Dayika girtî Hanîfe Gumuş jî di dawiyê de axivî û got: “Zarokên me di hefsan de dimirin. Em dibêjin êdî ji vê zilmê û van qetlîaman re bes e.”