Komîsyona Amadekar ji bo parastina Aydenîza DBP’î kom bû 2022-07-05 15:50:34   ENQERE – Komîsyona Amadekar ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî rakirina parêzbendî ya xwe parastinê bike, kom bû.     Komîsyona Amedekar ku ji aliye Komîsyona Makeqanûn û Edaletê ya Meclîsê ve hate avakirin di çarçoveya xebatên rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de kom bû. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Abdûllah Koç, parlamenterê CHP’ê Rafet Zeybek û parlamenterên AKP’ê Alî Ozkaya, Emîne Zeybek û Orhan Kircali tev li civîna ku wê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz parastinê bike bûn.    Komîsyona di serokatiya parlamenterê AKP’ê Alî Ozkaya de kom bû dest bi hevdîtinan kir. Tê payîn ku wê Salîha Aydenîz piştî parastinê di derketinê de daxuyaniyê bide.     Piştî parastina devkî ya Aydenîz wê komîsyon careke din kom bibe û têkildarî rakirin an nerakirina parêzbendiyê raporekê amade bike. Wê komîsyon rapora xwe pêşkeşî Komîsyona Têkel bike.