Erîk ê ku du milên wî hatin jêkirin û niha girtî ye nayê dermankirin 2022-07-05 15:24:26   STENBOL - Biraye Necdet Erîk ê ku du milê wî hatine jêkirin û hatiye girtin, Abidîn Erîk diyar kir ku rewşa kekê wî nebaş e û piştî emeliyatê divê bihata pansûmankirin lê nehatiye kirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî Necdet Erîk ku ji ber ceyranê pê girt her du milên wî û lingek wî hatiye jêkirin û rewşa wî giran e hatiye girtin û niha li Girtîgeha Maltepeya Stenbolê tê ragirtin, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku daxwaziya berdana Erîk dikir hat vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Ummuhan Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku Erîk 40 roj berê bi ceyranê ve zeliqiye û di laşê wî de birînên xedar çêbûne.    Kaya anî ziman ku tevî ku milên wî û lingek wî hatiye jêkirin û rewşa wî xedar e jî girtî ye. Kaya da zanîn ku hê birînên Erîk baş nebûye hatiye girtin û xewest ji ber rewşa Erîk xedar e tavilê were berdan.    ‘REWŞA WÎ XEDAR E, DIVÊ BÊ BERDAN’    Birayê Erîk, Abidîn Erîk jî anî ziman ku kekê wî bêsûc e û xwest tavilê were berdan. Erîk da zanîn ku li ser destûra dozgeriyê çûye kekê xwe dîtiye û rewşa wî xedar e. Erîk destnîşan kir ku piştî emeliyatê hê ku birînên wî baş nebûne kekê wî hatiye girtin û tevî rewşa wî xedar e jî nayê dermankirin. Erîk anî ziman ku divê ji bo birînên kekê wî baş bibin were pansûmankirin lê belê nehatiye pansûmankirin û rewşa wî her diçe xedartir dibe.