Danişîna doza Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat taloqkirin 2022-07-05 14:49:22 AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû binçavkirin û piştre hatte girtin. Danişîna doza Bûlûttekîn hate taloqkirin.    Polîsan di 16-17’ê adarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de ji endamên rêxistinên civaka sivîl heta rêveberên sendîkayan û siyasetmedaran, bi giştî 25 jin hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 11 jê hatin girtin û 14 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Yek ji jinên hatibûn girtin jî Hevşaredara Sûr a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn bû ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin.    Dozgeriyê derheqê Bûlûttekîn de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û danişîna ewil a dozê îro li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Bûlûttekîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerê wê jî di danişînê de amade bû. Hevşaredarên Erxenî û Farqînê ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Keskîn Bayindir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî weke temaşevan beşdarî dozê bûn.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Bûlûttekîn di danişînê de derheqê îdiayên heyî de parastina xwe kir û wiha got: “Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li Sûrê weke namzeta HDP’ê hatim hilbijartin. Ez hem aktîvîsta jin û hem jî endama HDPê me. HDP, sêyemîn mezintir partiya Meclisê ye. Hemû çalakî û xwepêşandanên ku tev li bûme bi destûra walîtiyê hatine kirin. Beşdarbûna çalakiyan weke hilbijêrekî mafekî herî xwezayî ye. Ez beraeta xwe dixwazim.” Parêzerê Bûlûttekîn jî di parastina xwe de xwest ku miwekîla wî were berdan.    Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Piştî navbera kurt, şandeya dadgehê biryara xwe da xwest ku li aqûbeta dosyaya Bûlûttekîn a  li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were pirsîn û danişîna din taloqî 29’ê îlonê kir.