Dê li şahidê veşarî yê di doza SES’ê de were guhdarkirin 2022-07-05 14:17:23   ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û parêzerê doza SES’ê Ozturk Turkdogan di daxuyaniya doza SES’ê de diyar kir ku wek di Doza Kobanê de dê di doza SES’ê de jî li şahidê veşarî bê guhdarkirin.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî doza derbarê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ku şaxa wê ye hatiye vekirin û Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey ku duh hatibû girtin de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya Egîtîm Senê hat lidarxistin.    Sekretera Giştî ya UNISON’ê ku li Ewropayê xwedî herî endamên zêde ye Christina McAnea, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevserokên Giştî yên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Şukran Kablan Yeşîl, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul û Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim beşdarî civînê bûn.     DÊ ÎTIRAZ BIKIN    Ozturk Turkdogan ku di heman demê de parêzeriya dozê dike axivî û derbarê pêvajoya dozê de agahî dan. Turkdogan anî ziman ku duh dîsa doz hat lidarxistin û ji ber şahidê bi navê Kerem Gokalp nehat guhdarkirin ev yek bû sedema girtinê. Turkdogan got ev bêhiqûqiyek eşkere ye û ew ê îtirazên hewceyî bikin.    'DÊ LI ŞAHIDÊ VEŞARÎ WERE GUHDARKIRIN’    Turkdogan da zanîn ku Hevseroka SES’ê Selma Atabay ji ber beyanên şahidekî paşê derketin holê duh hat girtin û got: “Şahidek veşarî bi navê Ulaş heye û li vî nehatiye guhdarkirin. Bi hêceta ku pirsgirêka ewlehiyê heye, çawa di Doza Kobanê de di navberê de hat guhdarkirin, dê di doza SES’ê de jî di navberê de were guhdarkirin. Ev doz veguheriya doza kumpasê.”    'TÊKOŞÎNA ME YA SENDÎKAYÊ TÊ DARIZANDIN’    Hevserokê Giştî yê SES’ê Hunsu Yildirim jî destnîşan kir ku ya ku tê darizandin xebatên sendîkayê, jin û têkoşîna demokrasiyê ûazadiyê ye û îktidar dixwaze bi van dozan xesarê bide sendikaya wan û têkoşîna wan a ked û demokrasiye. Yildirim diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û ew ê her daxwazên xwe bînin ziman.    'EM Ê PIŞTEVANIYA HEVALÊN XWE BIKIN’    Sekretera Giştî ya UNISON’ê Christina McAnea jî axivî û wiha got: “Çalakiyên ku hevalên me li vir pêk tînin, weke tevkariya li terorê tê şîrovekirin. Muameleya polîsan a piştî dozê gelekî bi tirs bû. Min vana di hevdîtina xwe ya danê sibê ya bi Balyozxaneya Brîtanyayê re anî ziman. Dema ku ez herim Îngilstanê ez ê behsa wê bikim. Ez hestên xwe yên hevgirtinê diyar dikim. Dixwazim bi we bidim zanîn ku em ê li vir piştgirî bidin sendîkavanan.”