3 kargehên petrolê xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê dan sekinandin 2022-07-05 13:07:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Petrolê ya Iraqê daxuyand ku 3 kargehên petrolê yên li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê tevgeriyayîn dawî li xebatên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê anîne.    Dadgeha Federal a Iraqê di meha sibatê de bazirganiya pertol û xazê ya Herêma Federal a Kurdistanê weke binpêkirina Makeqanûna Iraqê pênase kir û biryar da ku Herêma Kurdistanê dikare girêdayî Bexdayê bazirganiya ya petrol û gazê bike. Li gorî nûçeya Rojnewsê, Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku 3 kargehên pertrolên petrolê li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê tevgeriyan û kar û xebatên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê sekinandin.   Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: “Fîrmayên Halîburton, Biggerhues, Schlumberger ku di qada navneteweyî de xizmet didan, bi nivîsekî fermî ragihandin ku dê li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê tevbigerin.”    Li gorî wezaretê, kargehên Haliburton, Biggerhues û Schlumbergerê ji bo ku xebatên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê bi temamî bidin sekinandin jî li ber digerin ku peymanên xwe yên berê betal bikin.