Li Kirklareliyê otobosa rêwiyan qulipî: 6 kes mirin 25 kes birîndar bûn 2022-07-05 13:06:51   KIRKLARELÎ - Otobusa rêwiyan li navçeya Lulebûrgezê qulipî û yek jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.     Otobûsa bi plaqeya 16 ABE 743 ya Nîlufer Tûrizmê ku Îbrahîm Guner ber bi îstîqameta Kirklarelî-Stenbolê ve diajot, di derketina navçeya Lulebûrgazê ji kontrolê derket û qulipî şerampolê. Di qezaya pêk hatî de yek jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes ji birîndar bûn.    25 kesên di qezayê de birîndar bûn, bi ambûlansên hatin cihê bûyerê, birin nexweşxaneyan.