Polîsan êrişî rojnamevanan kir: Nûçegihanê me û 3 rojnamevan hatin binçavkirin 2022-07-05 12:46:27 ENQERE - DFG û MKGP’ê xwestin ji bo hevpîşeyên xwe ku li Amedê hatin girtin daxuyanî bidin. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir û 3 rojnamevan kirin binçavan.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) têkildarî 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hatin girtin, xwestin li Meydana Ûlûs a Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan êrişî daxuyaniya rojnamevanan kir.    Polîsan di êrişê de Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) yê Enqereyê Denîz Nazlim, rojnamevan Sîbel Yukler jî di nav de sê rojnamevanan bi lêdanê kirin binçavan.    Polîsan cihê daxuyaniyê dorpêç kiriye. Rojnamevan jî derbasî Nûnertiya DÎSK’ê ya Enqereyê bûn û tê payîn ku rojnamevan li vir daxuyaniyê bidin.