Malbata Şenyaşar: Em li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘em xurt in’ têdikoşin 2022-07-05 12:37:22   RIHA - Malbata Şenyaşar îro jî vê peyamê belav kir: “Em li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘serokkomar li pişt me ye, em xurt in’ têdikoşin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 484’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû tev li nobedê nebû û Ferît Şenyaşar nobeda îro bi rê vebir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Li Rihayê ji bo tu di dozekî de mafdar bî û heqê xwe bigirî têr nake. Li Rihayê dayikek ku kezeba wî şewitî ye li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘serokkomar li pişt me ye, em xurt in’ têdikoşe û têkoşîna herî mezin ji bo edalet û wîjdan dide.”