Malbatên girtiyan li ber girtîgehê bang kirin: Hêrsa me zêde dibe 2022-07-05 12:14:17 AMED - Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomînin. Di çalakiya îro de yek ji malbata girtiyan Herdem Merwanî axivî û got: "Hêrsa me mezin e. Bila bi giştî pirsgirêkên girtîgehan bên çareser kirin."  Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin 232 roj li pêy xwe hişt. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Girtîgeha Tipa D a Amedê li dar xist. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    'EW NE PIRSGIREKA ME TENÊ YE'   Di çalakiye de keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay Herdem Merwanî axivî. Merwanî, bi lêv kir ku bi mehane di çalakiya edaletê de ne û bi lêv kir ku herkesî dengê wan bihîst lê rayedarên dewlete ku dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin hê jî dengê wan nebihîstine. Merwanî, bal kişand ser girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û axaftina xwe wiha domand: "Me gelek caran ji bo pirsgirêkên girtîgehan bê çareserkirin bang li rayedarên dewletê kir lê hê jî pirsgirêkên me nehatine çareser kirin. Tevî ku gelek pirsgirêk hene jî Meclîs kete betlaneyê. Gûhe xwe li pirsgirekên me girtin. Em bi pirsgirekên xwe re tenê hiştin. Îro hemû civak piştgiriyê dide me lê kesen ku mûxatabin derneketin hemberî me. Me mûxatap nedîtin. Ew ne pirsgireka me tenê ye. Em dibejen ku bila bi giştî pirsgirêkên girtîgehan bên çareser kirin. Hersa me mezin e. Ji ber ku 8 meh in em daxwazên xwe dûbare dikin. Em dibêjin edî bese vê pirsgireke çareser bikin, we wijdana civakê zedê zedê êşand."    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.