Danişîna rojnamevan Yalçin hate taloqkirin 2022-07-05 11:33:55   AMED - Danişîna doza derbarê Nûrcan Yalçin de hatiye vekirin hate taloqkirin.    Derbarê rojnamevan Nûrcan Yalçin de ji ber beriya qedexeya derketina derva ya di sala 2015’an de li navçeya Sûra Amedê hatibû îlankirin têkildarî jinan nûçe çêkiribû bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Yalçin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Yalçin tev li nebûyî de parêzer Resûl Tamûr amade bû.    Di danişînê de ji ber guhertina şandeya zabitên berê hatin xwendin. Dozgeriyê jî mutaalaya xwe ya di rûniştina beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiribû dûbare kir û bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” ji bo Yalçinê daxwaz kir ku bi cezayê hefsê were cezakirin.    Parêzer Resûl Temûr jî ji bo parastinê dem xwest. Şandeya dadgehê, daxwaza parêzer Temûr qebûl kir û danişîn taloqî 22’yê Îlonê kir.