Konsera Ma Musicê ku hat taloqkirin di 10-11’ê tîrmehê de ye 2022-07-05 10:54:53 AMED - Ma Music Centerê ku duh ragihandibû konsera wan a ji bo salvegera damezrandina Zarok Ma’yê hatiye taloqkirin, dîroka wê wek 10-11’ê tîrmehê diyar kir.  Ma Music Centerê dê di 6-7’ê tîrmehê de bi wesîleya salvegera damezrandina Zarok Ma’yê konser li dar bixista. Ma Musicê ragihand ku konsera wan ji ber Orkestraya Mala Muzîkê ya Silêmaniyê ji ber pirsgirêka vîzeyê hîn jî negihaştiye Amedê taloq kir.    Ma Musicê îro ragihand ku dê konsera wan di 10-11’ê tîrmehê de li Sehneya Servekirî ya Zarok Ma’yê were lidarxistin.    Daxuyaniya Ma Musicê ya derbarê konserê de wiha ye: “Konsera me ya taloqbûyî wê di 10-11’ê tîrmeha 2022’yan de bê çêkirin. Ên ku bilêtên 6’ê tîrmehê stendine 10’ê tîrmehê, ên ku bilêtên 7’ê tîrmehê stendin jî wê di 11’ê tîrmehê de bikaribin li konserê guhdarî bikin. De îcar kerem bikin em cejna xwe bi stranên kurdî pîroz bikin. Ji bo 10’ê tîrmehê cî nemaye. Jibo 11’ê tîrmehê dereng neminin û cihê xwe veqetînin.”