‘Mîrasa Vedat Aydin gihîşt bi milyonan kes, dewletê jî dît ku xeletiyê kiriye’ 2022-07-05 10:33:54   AMED - Bi ser kuştina Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin re 31 sal derbas bû. Birayê wî Veysî Aydin got: “Mîrasê Vedat bi têkoşînê bû girseyek bi milyonan kes. Dewletê jî fêm kir ku xeletiyê kiriye.”    Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Bajarê Amedê Vedat Aydin di 5’ê Tîrmeha 1991’an de li malê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ku xwe wek polîsan dan nasîn ve hat binçavkirin û pişt re wî revandin. Piştî du rojan di 7’ê tîrmehê de cenazeye Aydin li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin.    Heta niha jî kujerên Aydin nehatine cezakirin û girtin. Dosyaya lêpirsînê ya ku di salên 90'î de li herêmê ji cînayetên bi "kujerên diyar” yên ewil tê dîtin, piştî ku 30 sal di refikên gemarî yên Edliyeya Amedê de mabû di 5'ê Tîrmeha 2021'an de bi sedema demboriyê hat betalkirin.    Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin behsa kekê xwe û têkoşîna wî kir.    HIŞMENDIYA WÎ YA KURDÎ LI PÊŞ DIKEVE    Aydin diyar kir ku Vedat Aydin ji zarokatiya xwe heta şehadeta xwe jiyaneka wî ya pir bi çalak hebû û piştî dibistana seretayî, Vedat dibistana navîn li Bismilê û lîseyê jî li Farqînê, Amed û Qoserê xwendiye. Aydin da zanîn ku piştî lîseyê Vedat Aydin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qezenç kir û li wir xwendina xwe berdewam kir. Aydin da zanîn ku bi perwerdehiyê re Vedat dest bi siyasete kir. Aydin diyar kir ku piştî sala 1971'an li Vedat Aydin hişmendiya Kurdayetiyê dest pê kir û heta darbeya 12'ê Îlonê bi awayekî aktîf di nava tevgera kurd de cih girt.   BI BERXWEDANÊ LI BER HOVÎTIYA 12’Ê ÎLONÊ SERÎ RAKIR    Aydin da zanîn ku bi Darbeya 12'ê Îlonê re hewl hat dayîn ku têkoşîna Vedat were tepisandin û got: "Endam û sempatîzan bi rengekî hat xwestin bên tasfiyekirin. Wî birin Zindana Amedê. Derbe li tevahiya Tirkiye bi taybetî dihat xwestin derba giran li tevgera kurd bixin. Vedat Aydin di heyama 12’ê Îlonê de 4 sal di Zindana Amedê de ma. Bi ruhê berxwedanê li dijî zilmê derket. Girtiyan li dijî barbarî, îmha û tinekirina nasnameyê çalakî li dar xistin. Li girtîgehên hemû berxwedêran bi dirûşm, ‘Em mirov in, em kurd in û ev yek li dijî kurdan tê kirin, em weke kurd divê li dijî vê zilmê berxwedanê pêş bixin’. Bi vî awayî li ber xwe dan.”    ‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ TÊDIKOŞIYA’    Aydin bal kişand ser xebatên Vedat Aydin ji bo zimanê kurdî ku dikirin û wiha axivî: “Vedat kurdekî hişmend, rewşenbîr û têkoşer bû. Digot, ‘Ez kurd im, eger daxwazek ji bo gelê kurd hebe, ev nêrîna min ya rewa ye. Û ez vê yekê dijqanûnî nayînim ziman, berdêla wê çi dibe bila bibe ez ê bi awayekî rewa îfade bikim’. Helwesta wî ya di kongreya İHD'ê de hinekî li hemberî vê yekê bû. ‘Zimanê me yê zikmakî tê înkarkirin û paşguhkirin û ez dixwazim xwe bi zimanê dayikê xwe îfade bikim. Ev mafê min ê xwezayî, mirovî ye, mafekî rewa ye, ez ê heta dawiyê biparêzim’. Vedat kesayetek wisa bû. Ziman nasnameya mirov e. Dema ziman ji holê rabe, nasnameya wî gelî jî ji holê radibe. Em di wê xeteriyê de dijîn. Vedat bi wê hişmendiyê zimanê xwe li her qadê parast û axaft. Mamosteyê edebiyatê bû. Di rûniştina dozê de dadger jê pirsî, ‘Tu baş bi tirkî dizanî, çima di bikaranîna kurdî de israr dikî?’ Got ez mamoste me, mamostetiya tirkî dikim. Helwesta min helwestek hişmend e. Zimanek winda dibe. Ziman zimanê min e û ez dixwazim zimanê xwe zindî bihêlim.”    ‘JI BER KURDBÛNA XWE HAT QETILKIRIN’    Aydin anî ziman ku Vedat Aydin beriya HEP'ê jî xwedî kesayetek siyasî bû û wiha berdewam kir: "Dema pêşniyaza Serokatiya Bajêr a HEP'ê jê re hat, zêde germ nenêrî. Lê dizanibû ku daxwazên gel bêyî siyasetê nayên ziman. Gazind dikir, lê dixwest xebatê bike. Em dikarin bibêjin ku pêvajoya HEP'ê xala dawî ya mezinbûna wî ya siyasî bû. Di wê heyamê de diyar dibû ku pêwîstî bi kesên wek Vedat hebû ku siyaseta kurdan bikin. Çimkî dewletê bi her awayî pêşî li siyaseta kurdan digirt. Kurd wê bi awayekî vê pêvajoyê bimeşîndina û meşandin jî. Em behsa gelê 20 milyonî dikin. Di derdoreke bi pirsgirêk de qabîliyeta çareseriya pirsgirêkê, di derdorek bêmoral de jî rewşa bilindkirina moralê nîşan da. Ji ber vê yekê ji aliyê sîstemê ve tiştek kurdan nedihat qebûlkirin. Bi vî rengî Vedat kirin hedef û wî qetil kirin.”    ‘MÎRATEYA VEDAT GIHÎŞT BI MILYONAN KES’   Aydin destnîşan kir ku Vedat Aydin di encama qetlîama dewletê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Mîrasa Vedat, têkoşîna ku wî hembêz kir, mezin bû û belav bû û bi milyonan kes. Lewma di vî warî de xeletiya dewletê derket holê. Kuştin di pirsgirêka kurd de bûye rêbaza çareseriyê ya dewletê. Vedat destpêk bû û hewl dan hêdî hêdî yên wek wî ji holê rakin. Hewl hat dayîn ku ewrê tirşe li ser xelkê belav bibe. Derket holê ku ew ne çareserî ye. Xelkê, siyasetmedar û kesayetan paşve gav neavêtin. Dewletê bi kuştina Vedat xeletiyek mezin kir. Wê demê rayedarên dewletê fêm kirin ku di vî karî de xeletiyê dikin. Bi kuştina Vedat hem tevgera kurd pir mezin bû û hem jî kesên wek Vedat zêde bûn. Ji ber vê yekê dema ku bi deh hezaran re mijûl dibûn, neçar bûn ku bi mîlyonan re mijûl bibin. Em her tim dibêjin, kesayeta Vedat kesayeta çareseriyê bû. Ji wê rojê heta îro  demê 31 sal derbas bûn. Lê Vedat mîrateyek mezin ji gelê kurd re hişt. Em her tim bi serbilindî li mîrateya wî û têkoşîna wî xwedî derketin. Em ê wî her tim bibîr bînin. Vedat mirovekî leheng bû û cihê wî ji bo me û gelê kurd tê xuyakirin.”    ‘DEWLET BERPIRSIYARÊ CÎNAYETAN ‘   Aydin anî ziman ku dewlet di çareserkirina pirsgirêka kurd de tundiyê û bêcezahiştinê esas digire û heta îro çi bûyerên li dijî kesayet û gelê kurd pêk hatin bi destê dewletê pêk hatiye. Aydin destnîşan kir ku dewlet her çiqas dixwaze doza kuştina siyasetmedar û rewşenbîran bide jibîrkirin jî lê gelê kurd nade jibîrkirin û gelek delil û îtîfên wan cînayetan ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin hene. Aydin got jixwe dewlet jî viya înkar nake.    ‘DEMA KOMARÊ RÊBAZ ÇIBÛ ÎRO JÎ EW E’    Aydin anî ziman ku pirsgirêka kurd ji damezrandina komarê ve heta îro didome û di salên 1990'î de kurd ji aliyê hêzên dewletê ve dihatin revandin û kuştin, îro jî kurd tên girtin, kuştin û sirgûnkirin. Aydin diyar kir ku mantiq li ser tunekirina kurdan dixebite û lê ji bilî çareseriya demokratîk tu rêyên din ne pêkan e.    VEDAT AYDIN KÎ YE?    Di sala 1953’an de li gundê Heciya Kurdan ê bi ser nvçeya Bismilê ya Amedê ve ji dayik bû. Di nava ÎHD û HEP'ê de cih girt. Serokê HEP'ê ê bajarê Amedê bû. Di 5’ê Tîrmeha sala 1991’an de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li Madenê kuştî hat dîtin. Di 10’ê Tîrmeha sala 1991’an de bi hezaran mirovên ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û çûn cenazeye Aydin rakirin.    Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmera Amedê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi alên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran dest ji kar berda, jin û zarok ji malan derketin û esnafan dikan girtin û tev li merasîma cenazeyê Aydin bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi dirûşman konvoya cenaze pêşwazî kirin û bi hezaran erebe ketin nava Amedê. Wê rojê li Amedê jiyan tevizîbû. Di dîroka Amedê de cara yekem bû ku ewqas leşker jî li her cihê hatibûn bicihkirin. Konvoya cenaze di Ofîsê re derbas bû, rê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Ji bo ku gel û konvoy negihije hev, serê kûçeyan hatibû girtin. Ofîs bi girse û erebeyan hatibû dagirtin. Ên ji erebeyan peya dibûn berê xwe didan rêya Mizgefta Sûmerê. Piştî ku 10 hezar mirovan nimêja cenaze kirin, ber bi Goristana Deriyê Mêrdînê ve bi rê ketin. Di merasîma cenaze de carek din hêzên dewletê êrişî bi hezaran kes kirin. Gelek kes hatin kuştin û bi sedan welatî birîndar bûn. Tevî hemû êriş û astengiyan jî gelê Amedê xwedî li Vedat Aydin derket.     MA / Eylem Akdag - Mujdat Can