Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin 2022-07-04 10:39:14   EDENE - Serokê Anadolû-Der’ê Ahmet Pekyen ji aliyê ciranê xwe ve hat kuştin.   Hate diyarkirin ku Serokê Komeleya Gelên Anatolyayê (Anadolû-Der) Ahmet Pekyen ku li taxa Yeşîlyûrt a navçeya Seyhan a Edeneyê dijiya, ji ber sedemeke nediyar di navbera wî û cîranê wî de nîqaş derketiye. Piştî nîqaşan Pekyen ji aliyê cîranê xwe ve bi çekê hate kuştin.    Cenazeyê Pekyen rakirin morga Saziya Tiba Edlî.