Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê 2022-07-04 08:07:52   WAN - Walîtiya Wanê têkildarî bûyera ku zarokek penaber hat kuştin û 12 penaber birîndar bûbûn daxuyanî da û îdia kir ku leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê û zarok ji ber "guleya pekiyaye" jiyana xwe ji dest daye.    Walîtiya Wanê têkildarî bûyera gulebarana leşkeran a li dijî dolmîşa paneberan ku li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve pêk hatibû, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku dolmîşê guh nedaye hişyariya rawestandinê ya leşkeran û ji ber vê yekê leşkeran gule berdaye lastîkên dolmîşê. Her wiha Walîtiyê îdia kir ku ew zarokê 4 salî bi "guleya ku pekiyaye" jiyana xwe ji dest daye. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got 12 penaber jî birîndar bûne.