Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin 2018-03-12 16:29:48 NAVENDA NÛÇEYAN – Bi sedan welatî li ber konsolosxaneya Rûsya ya li Hewlêr kom bûn xwestin Rûsya piştgiriya êrîşên li ser Efrînê nede Tirkiyê. Li Qamişlo jî zarokên bavê wan di şer de jiyana xwe ji dest dane li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî çalakî pêk anîn û xwest helwesta xwe zelal bike.  Desteya Piştgiriya ji bo Efrînê, li ber konsolosxaneya Rûsya ya Hewlêr çalakî pêk anîn.  Girsê di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "NY, Rûsya û Amerîka ji êrîşên ser Efrînê berpirsin", "Ji dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê re ne" û "Em bi gelê Efrînê re ne" berz kirin. Li ser navê xwepêşanderan Desteya Piştgiriya ji bo Piştgiriya Efrînê daxwaznameyek pêşkêşê konsolosxaneya Rûsya kirin. Di daxwaznemeyê de wiha gotin; “Bêdengî û alikariya veşartî ya Rûsya ji bo ew êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê dike, binpêkirina mafê mriovane. Binpêkirina hemû yasayên navnetewî û qutkirina hemû protokolên dîplomasiyê ye. Li cihê civaka navnetewî bi giştî û bi taybetî Rûsya pêşiya êrîşên nerewa yên Tirkiya dagirker li ser Efrînê bigire, bêdengî hilbijartiye. Ev bêdengî û kiryarên wan dikevine qada piştgiriya ji bo dewleta Tirk ku bi şêweyek eşkere li dijî Efrîn/ Sûrya encam dide û berdewam dik Bi vê boneyê ji Rûsya daxwaz dikin ku bi berpirsane erka xwe rabe ji bo aramî û jiyana bi hev re ya li herêmê.”  Rayedarên konsolosxaneya Rûsya jî diyar kirin ku ewê demek herî zû de daxwazên xwepêşanderan bigehînine destê Wezareta Derve ya Rûsyayê.   QAMIŞLO    Li Qamişlo jî bi heman armancê, zarokên Herêma Cizîrê yên bavê wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, ji bo zarokên Efrînê nemirin û sêwî nemînin, wêneyên zarokên di êrîşên bombeyî de li Efrînê jiyana xwe ji dest dan rakirin. Zarokan li ber avahiya NY’yê ya li Qamişlo daxuyani dan.  Zarokan tevî malbatên xwe ji bo bîranîna şehîdan û bîranîna 12 Adarê çûn Pakrewangeha Delîl Saroxan li ser gorên dayîk û bavên xwe yên di jiyana xwe ji dest dane.  Hevjîna Ş. Menal, Selma Xelîl ku du zarokên wê hene, bi zarokên xwe re hatibû goristanê, ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ew ji bo bîranîna şehîdan hatine ser goristinê, ji bo bêjin her kesî ew li ser rêya şehîdanin. Selma  da zanîn ku sedema bingehîn ya kombuna wan berxwedana Efrînê û êrîşên dewleta Tirk a dagirkerin û wiha pêde çû, “Em naxwazin zarokên Efrînê bimirin û sêwî bimînin. Em dibêjin em yek destin. Em ê herin ber deriyê Neteweyên Yekbûyî û ji wan re bêjin eva hun dikin ne mafê mirovan e. Erdogan hovîtî bi Efrînê de diçe,  zarokan qetil dike û çima hun bêdengin?.”   Piştî goristanê, ji bo rawestandina êrîşên Tirkiye û çeteyên wê û piştgirî bidin berxwedana Efrînê berê xwe dan konê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo. Zarokan ji NY'ê xwest bêdeng nemîne.