8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan 2018-03-12 15:53:05 HATAY -  Li Samandagê Rêveberên HDP û CHP’ê yên bertek nîşanî operayona Efrînê dan û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.  Li navçeya Samandag a Hatayê 8 kesên bertek nîşanî operasyona Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê dan û hatibûn binçavkirin,  hatin berdan. Di 6’ê Adarê de 8 kesên beşdarî civîna çapemeniyê ya li Nûnertiya Egîtîm Sena Samandagê bûn, polîsan ser malên wan de girtin û binçav kirin. Navê kesên hatibûn binçavkirin û berdan wihane: Hevserokê SYKP’ê yê Samandagê Yusuf Kîmyon, Rêveberê HDP’ê  yê Samandagê Necatî Ogurel, Serokê CHP’ê yê Samandag ê berê Îbrahîm Aydogan, ji Nûnertiya Egîtim Senê ya  Samandagê Serap Sakali, Arkadaş Karataş, Nîhat Çay, Şenol Yazar û Gokmen Berrak.