Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin 2022-07-03 10:14:54   AMED - Nameya yek ji rojnamevanên li Amedê hate girtin Omer Çelîk ku ji hempîşeyê xwe re şandibû bi hinceta “ragihandina bişifre”, nameya ji wî re hatiye şandin jî bi hinceta “Wê nizama cemaweriyê û pêywîrdarên wê têxe xeteriyê” bixeter hate dîtin û hate desteserkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve di bir de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji 22 kesan 16 rojnamevan di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Nameya ku yek ji rojnamevanên hate girtin Omer Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin ji hempîşeyê xwe re şand û nameya hempîşeyê wî jê re şand ji aliye rêveberiya girtîgehê ve “bixeter” hate dîtin û nedan wî.    Rojnamevan Çelîk ê di 28’ê hezîranê de ji hempîşeyê xwe Mehmet Guleş re şand ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve “bixeter” hate dîtin û hate desteserkirin. Weke sedema desteserkirina nameyê jî ev gotin weke hincet hatin nîşandan: “Di nivîsa xwe ya ku xwest di organên çapemenî û weşanê de bê weşandin, Dewlat Komara Tirkiyeyê, saziyên dewletê, dadger û dozgeran biçûk dixe, hedef nîşan dide û her wekî din ji ber dibe sedemê ragihandina nava rêxistinê û agahdarkirina bişifre…” û name weke bixeter hate nîşandan.    NAMEYA KU GIRTÎGEHÊ BÊXE XETEREYÊ    Dîsa di 29’ê Hezîranê de nameya ku hempîşeyê wî Denîz Tekîn ji rojnameger Çelîk re şandibû û di wê nameyê de nûçeyên ku di derbarê Çelîk de hatibû nivîsandin hebûn jî ji aliyê Midûriyeta Girtîgeha Tîpa D a Amedê ve hate desteserkirin.    Hempîşeyê rojnameger Çelîk, Denîz Tekîn di 29’ê hezîranê de ji Çelîk re nameyek şandibû û di nameyê de çapa nûçeyên derheqê Çelîk de hatine weşandin bi cih kiribûn. Lê belê Midûriyeta Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest danî ser vê nameyê. Rêveberiya girtîgehê ji bo vê qedexeyê jî ev sedem nîşan da: “Mirov nikare tişta hatiye şandin weke name binav bike. Çapa nûçeyên li ser malperên înternetê û rojnameyan hatine weşandin e.” Her wiha hat destnîşankirin ku çapên hatine şandin rengînin û îdia kir ku rojname û malperên înternetê yên ku nûçe tê de hatine weşandin “propagandaya rêxistinê dikin.” Komîsyona Nameyan diyar kir ku di nûçeyên hatine çapkirin de al û logoyên partiyên siyasî li ser hene û bi hinceta Xala 76’emîn a Danezana Derheqê Tevdîrên Ceza û Ewlekariyê ya Hejmar 5257’an jî ev îdiaya sosret kir: “Ev name dê xetereyê li ser peywirdar û asayîşa saziyê bike.”    Di biryarê de her wiha hat destnîşankirin ku dê nehêlin rojnameyên ku mafê wan ê weşandina agahdariya fermî û reklaman tune ye bikevin girtîgehê.    Parêzerê Çelîk dê ji ber desteserkirina nameyan îtîraz bike.