Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye 2022-07-03 09:08:12 MÊRDÎN - Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de sûc sabît in, şahid û daneyên heyî têra cezakirina kiryaran dikin û got: "Mesele hebûna dadgerên ku karibin îmzeyê deynin binî vê biryarê."    Danişîna 26'an a Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Semsûrê bê lidarxistin.   Di navbera 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 7 sivîl tevî Çawîşê Pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Ji ber vê Fermandarê Rabûra qomando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor kerîm Şahîn jî di nav de 18 kes bi sûcê "kuştina bi qesdî" tên darizandin.    Ji parêzerên dosyeyê Erdal Kûzû beriya danişîna biryardayînê têkildarî dozê axivî.    ‘DEMBORÎ'   Kûzû diyar kir ku danişîna ku dê bê lidarxistin ji bo wan dosyeyeke temamkirî ye û got, nêzî 2 sal in li bendê ne ku dadgeh biryarê bide. Kûzû anî ziman ku 5 sal e navnîşana Dozgerê Komarê yê Kerboranê yê wê demê Adem Kûl tê lêkolînkirin û dadgeh ji ber vê xwe nade ber biryarê û got: "A rast di dosyeyê de delîl hemû temam in ji bo cezakirina kiryaran. Tekane sedema ku dadgeh xwe nade ber biryarê jî ew e ku dosyeyê bi desrengî bixin da têkeve ber demboriyê."    ‘BÛ EZIYET'   Kûzû destnîşan kir ku ji destpêka dosyeyê heya niha kiryar û kesên rê li ber vê kuştinê vekirine diyar bûne û got, ev cinayet di encama polîtîkaya dewletê ya salên 90'î de hatine kirin û kiryar jî kesên di bin fermana dewletê de bûne. Kûzû bilêv kir ku dadgeh ji bo vê yekê di çarçoveya polîtîkayên dewletêyê yên salên 90'î de esas negire û kiryar wekî peywirdarên dewletê neyên hesibandin çi ji desta hatiye kiriye û got: "Her çû darizandin bû eziyet. Malbat nêzî 7 sal in ji bo tev li danişînê bibin diçin bajarekîd ûr wan. Ev bi xwe jî eziyet e. Lewma em li bendê ne dadgeh biryareke li gor bendewariya malbatan bide."    Kûzû anî ziman ku dadgehê negotiye dê biryarê bide yan na û got, dadgeh meseleyê di erê nayê de asê dike. Kûzû bilêv kir ku lê axirê dê biryar bê dayîn û got: "Kuştina 7 gundiyan, 7 kurdan dê bi awayekî sîstematîk bê tomarkirin."    ‘HER TIŞT BI DELÎLAN SABÎT E'   Kûzû ku got "tevahiya meseleyê hebûna dadgerên ku karibin îmzeyê deynin binî vê biryarê bi xwe ye" detsnîşan kir ku delîlên dosyeyê hemû li holê ne û got: "Ji roja hatine revandin heya cenaze hatine dîtin, awayê kuştinê, ên tiliya wan tê de, ên ferman dane, bi delîlên hatine berhevkirin, bi beyanên mexdûran û şahidan her tişt sabît e. Tenê em li benda helwesta dadger in ku van qeyd bike û tespît bike ku ev cinayet li ser navê dewletê hatine kirin. Em hêvîdar in ku dadgeh berisva lêgerîna edaletê ya malbatan bide. Hêvîdar im dest ji hewldanên xwe yên ji bo dosye têkeve ber demboriyê berdin û bes eziyetê bidin kişandin."    Kûzû bilêv kir ku ger dadgeh li gor wijdanê xwe û rêgezên hiqûqa gerdûnî hereket bike dê nikaribe ji tespîtkirina sûc bireve û got: "Çavkaniyên fermî yên dewletê bi xwe eşkere dikin ku ev cinayet di dema peywira peywirdarên dewletê de hatine kirin." Kûzû biryarên di dosyeyên din ên JÎTEM'ê de hatine dayîn bibîr xistin û got: "Ger di vê dosyeyê de ceza bê dayîn, ev tê wateya ku dê dewlet bi xwe bê cezakirin."    ‘RASTÎ DI WIJDANÊ CIVAKÊ DE KIFŞ E'   Kûzû destnîşan kir ku gava li rewşê mêze dikin qenaeteke wekî di dosyeyên din de rû dane li wan peyda bûye ji bo vê dosyeyê û got: "Axirê bi vê dosyeyê re bi her awayî eşkere bû ku bê li Kerboranê 7 kurd ji aliyê kê hatine revandin, çawa hatine windakirin, çawa hatine qetilkirin. Delîla herî mezin jî cenazeyên di bîran de hatin dîtin. Halî hezir cenazeyên li goristanan e. Qeydên fermî ne. Em wisa difikirin ku kes nikare ser vê rastiyê binixumîne. Em bêjin dadgeh li gor helwesta heyî tevbigere jî, lê li bara wijdanê civakê bi delîl tê zanîn ku bê zarokên 12-13 salî çawa hatine binçavkirin, îşkencekirin û kuştin. Ger biryareke neyînî bê dayîn jî lê rastî li bara wijdanê civakê kifş e."    BANGAWAZÎ   Kûzû anî ziman ku ev wexteke dosyeyên kesên di binçavan de hatine windakirinê bala raya giştî nakişînin û got, ev yek encama atmosfera li Tirkiyeyê ye. Kûzû destnîşan kir ku her windabûneke di binçavan de sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got: "Biryarên di van dozan de belkî pêşî li ber windakirinek an jî qteilkirineke nû bigire. Her wiha lêgerîna edaletê ya malbatan ne ji bo wan e, ji bo hemû kesî ye. Lewma divê her kes bi hestiyarî nêzî vê bibe. Divê malbat bi tenê neyên hiştin."    MA / Ahmet Kanbal