Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin 2018-03-12 15:05:25 STENBOL – Kesên di komkujiya Gaziyê de jiyana xwe ji dest dan di 23’yemîn salvegera jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bibîranîn. Di bîranînê de bênavber dirûşmeya “Gelê Efrînê ne bi tenê ye” berz kirin û êrîşên Efrînê şermezar kirin.  Malbatên Şehîdên Gazî Umraniye û Saziyên Elewiyên Sultangazî, di 23’yemîn salvegera komkujiya Gaziyê de bernameya bîranînê li dar xistin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek jî din av de bi sedan kes ji ber Cemxaneya Gaziyê heta rawestgeha Qereqola Kevn meşiyan. Welatiyan pankarta wêneyê kesên jiyana xwe ji dest dan li ser a bi nivîsa “Gazî û Umraniye ji bîr neke û nede jibîrkirin” hildan û dirûşmeyên “Şehîdê Gaziyê bêmirinin”, “Dê kujer hesab bidin gel”, “Dê doza me heta mahşerê nemîne” û “Gelê Efrînê ne bi tenê ye” berz kirin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz girtin.    Pişt re li ser navê komê birayê Sezgîn Engîn ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Ergîn Engîn axivî. Engîn komkujiyê bibîr xist û got: “Êrîşên bi vî rengî yên li dijî gelê Gaziyê ne nû ne. Her dem zext û teror li ser wan gelê me ye. Gelê Gaziyê hînî êrîşên bi vî awayî bûye. Hînbûn nayê wê maneyê ku em ê serê xwe bitewînin. Gel bi hêrs li dijî van êrîşan e. Kujerên dest bixwîn dixwazin berê gel bidin hev. Dixwazin şerê elewî-sûnitiyê derbixin. Lê gelê Gaziyê kesên provokasyonê dike û yên bi wan dide kirin û sedemê komkujiyê jî dizane. Armanc ew e ku li Gaziyê muxalefeta şoreşger biçewisînin û hemû şoreşger û gelê demokrat çav tirsandî bikin.”    'EV NE ŞERÊ ME YE’    Engîn anî ziman ku êrîş li dijî elewî û sûnî û hemû gelan pêk hatiye û wiha domand: “Li gel hemû zilm û hovîtiyê jî gelê Gaziyê qedexe şikand û sê rojan li kolanan li ber xwe dabû û li ber xwe dide. 18 canên me li Gaziyê û 4 canên me li Umraniye qetil kirin. Em pênebawerin ku kujeran ceza bikin. Îro di çarçoveya OHAL’ê de şoreşger, demokrat, ronakbîr û gelek mirov tên darizandin. Li girîgehan cilên yek tîp li ser girtiyên azadiyê ferz dikin. Bi her awayî êrîş li ser gel dewam dikin. Ev hemû encama welat nikarin birêve bibin. Em qeyrana vê yekê dijîn. Bi afirandina eniya nijadperest li her deverê li dijî gelên me şer hatiye destpêkirin. Ev şer ne şerê me ye û em red dikin. Di vê serdemê de tekane riya me ew e em xwe birêxistin bikin.”    'BILA KUER BÊN DÎTIN’    Engîn da zanîn ku ew ê têkoşîna cangoriyên xwe dewam bikin û xwest ku kujer û organîzetorên komkujiya Gaziyê û Umraniye bên dîtin.    QURNEFIL DANÎN SER GORAN   Piştî daxuyaniyê bi sedan kes ber bi Goristana Gaziyê ve dest bi meşê kir û çûn ser gora kesên jiyana xwe ji dest dan. Welatiyan qurnefilan danîn ser goran. Hin welatî li ser goran xemgîn bûn û hêrsa wan a li dijî komkujiyê bala mirovan dikişand ser xwe. Girse piştî ziyaret agoran ji bo belavkirina loqme derbasî Cemxaneya Gaziyê bûn.