Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê 2018-03-12 14:14:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Tirkiye li ser Efrînê di roja 52'an de berdewam dike. Li Kanada, Elmanya û Rûsyayê, gelê kurd daketin kolanan û şerê Tirkiye yê li ser Efrînê şermezar kirin.  Şer û êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê 52 rojin berdewam dike. Di êrîşan de heta niha zêdetirî 232 welatî di encama bombebarana balafir, tang û topên TSK'ê û OSO de hatin kuştin. Balafirên şer der û dorên bajarê Efrînê bombe dike û zorê li gel dike ku gel Efrînê vala bike. Gelê kurd li gelek welatan li kolanan çalakiyan pêk tîne û bertekên xwe tînin ziman.    TORONTO   Li bajarê Toronto yê Kanadayê, li kolana herî qelebalix Dundas&Yongeyê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Kurdan û dostên wan wêneyên komkujiya ku Tirkiye li Efrînê kiriye hildan û belavok belav kirin. Di çalakiyê de ji bo rawestandina êrîşên qirker ên li ser Efrînê banga piştevaniyê hate kirin.   BREMEN   Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ciwan li nava HBF'ê li hev civiyan û wêneyên sivîlên ku Tirkiye li Efrînê ew kuştin, hildan. Di çalakiyê de dirûşma "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombeyan dibarîne" hate qîrîn. Ciwanan li ser mijarê belavok li rêwiyan belav kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybetî ya Neteweyên Yekbûyî raxistin pêş çavan.   ADIGEY   Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd ji bo Efrînê li hev civiyan. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hate qîrîn. Endamê KNK'ê yê Rûsyayê Feyzo Huseyîn û Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê li vir axivîn û bal kişandin ser sûcê şer ku dewleta Tirk li Efrînê dike. Qisekeran gotin, "Ev yek komkujî ye û her kesên li pêşberî vê komkujiyê bêdeng in, hevparê komkujiyê ne." Bang li her kesî hate kirin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin tavilê bikevin nava liv û tevgerê.