Hemû rê diçin Efrînê 2018-03-12 13:46:10 MINBIC – Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê bi tang, top û balafirên şer dimeşîne di roja 52'an de berdewam dike. Li dijî şer bi hezaran welatî ji bo li dijî şer bertekên xwe bînin ziman diçin Efrînê.  Şerê Tirkiye ku bi destê TSK û OSO li ser gelê Efrînê dimeşîne di roja 52'an de berdewam dike. Heta niha di şer de zêdeyî 250 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan welatî birîndar bûn. Lijî şerê li ser Efrînê tê meşandin ji gelek bajarên herêmê gel berê xwe didin Efrînê. Bi hezaran ji pêkhateyên Bakurê Sûriye careke din berê xwe dan Efrînê. Piştî ku pêkhateyên Minbicê jî tevlî gelên herêma Cizîrê, Firatê û Reqayê bûn, bi hezaran şêniyên Bakurê Sûriyê bi kerwanekî ku ji sedan erebeyan pêk tê berê xwe dan Efrînê. Gelên Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ji roja destpêka ya êrîşên Tirkiye yên TSK û komên OSO yên li ser Efrînê,  diherikin Efrînê û destekê didin gel û şervanên QSD û YPJ`ê.