Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê 2018-03-12 13:33:47 ŞIRNEX – Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de li Cizîrê bê pîrozkirin kir û got: “Botan, warê Bêrîvan û Asyayan e. Em her kesî bi vî rihî vedixwînin Newroza Cizîrê.”    Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê dê bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” li navçeya Cizîrê li dar bixe. Komîteya Amadekar bi boneya pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de li navçeya Cizîrê bê pîrozkirin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê hat lidarxistin. Rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî civînê bûn. Serokê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’a Cizîrê Alî Akdenîz axivî û diyar kir ku dê herêma Botanê agirê Newrozê li navçeya Cizîrê gûr bike û ji bo pîrozbahiyê serlêdana fermî kirine.    Akdenîz anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê dane destpêkirin û got: “Wek her sal em ê bi germahiya Botanê, agirê Newrozê pêxin. Divê gelê Botanê jî wek her sal biherike Newrozê.”    ‘BOTAN WARÊ BÊRÎVAN Û ASYAYAN E’    Endamê Komîteya Amadekar û endamê Meclîsa HDP’ê Resul Sadak jî pîrozbahiyên Newrozê yên berê li heremê hatin lidarxistin bibîr xist û ev tişt got: “Botan her serdem bi reng û coşa xwe herikiye qadên Newrozê. Botan dê îsal jî pîrozkirina Newrozê mohra xwe li dîrokê bide. Divê gelê me bi rengînbûyîna xwe û cilên xwe netewî biherikin qada Newrozê. Botan warê Bêrîvan û Asyayan e. Em her kesî bi vî rihî vedixwînin Newroza Cizîrê.”    EDENE   Li Edeneyê, HDP, DBP, HDK û TJA’yê jî bernameya Cejna Newrozê eşkere kirin. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’ê pêk hat û di civînê de banga tevlîbûna Newrozê ya li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan pêk bê, hat kirin.    ‘VÎNA DÎROKÎ RUHÊ NEWROZA 2018’AN E’    Hevseroka HDP’ê Gulseren Tural di civînê de axivî û got: “Newroz qada azadiyê ye. Vîna dîrokî ya gelê me danî holê, di esasê xwe de ruhê Newroza 2018’an e. Dê jin têkoşîna xwe bi Newrozê re mezintir bikin. Werin em Newroza 2018’an bikin azadî û rizgariya gelan. Emê Newroza xwe di 21’ê Adarê saet 10.00’an de li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînanê pêk bînin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku bên beşdarî Newrozê bibin. ”