Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne 2018-03-12 11:51:10 EFRÎN - Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah, diyar kir ku Efrîn ketiye pêvajoyeke krîtîk û got: “Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne. Rûsya, YE û NY berpirsên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ne. Dê serkeftin a gelan be.” Şerê li Efrînê û berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di roja 52’yan de jî bi hemû dijwariya xwe ber dewam dike. Hem bi hewayî û hem jî bejahî Kantona Efrîn tê bombebaran kirin. Di bomberan û topbarên 52 rojan de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Pevçûnên heyî êdî gehiştinê sînorên navenda Efrînê. Hevseroka Tavgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Abdullah, diyar kir ku Efrîn ketiye pêvajoyek krîtîk.    'DIXWAZIN DAGIR BIKIN'   Abdullah, anî ziman ku ev 52 rojin Efrîn tê bombebaran kirin û wiha axivî: “Bi rojane gel li dijî vê yekê li ber xwe didin. Di êrîşan de hemû cûreyên çakan bi kar anîn. Di encama êrîşan de 300 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û nêzî 700 sivîl jî birîndar bûn. Ligel cih û warên sivîlan, qadên dîrokî, nexweşxane, cihên ava vexwarinê û xetên telefonan jî hatin bombebarkirin.  Ev hemû polîtîkayên dewleta Tirk ên komkujî û qirkirinê ne. Bi vê yekê dixwazin Efrînê vale bikin û dagir bikin.”   BI SEDHEZARAN EFRÎNÎ BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ NE   Abdullah, anî ziman ku hêzên YPG/YPJ’ê bi berxwedana xwe ya dîrokî, bi dehan roj li dû xwe hiştin û wiha bilêv kir: “Lê hîna jî êrîş berdewam dikin. Bi çekên giran êrîş dikin. Hewl didin Efrînê bikin çemberê. Bi sedhezran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne. Berpirsiyarê vê yekê hêzên navneteweyî ne. Berpirsiyariya  hemû kesê di di vir de heye. Bêdengiya wan, hêzê dide Erdogan û ekîba wî. Ji ber vê li Efrînê êrîşî jin û zarokan dikin. Hina jî bêdengiya xwe diparêzin. Lê bila hemû kes baş zanibe, ligel hemû êrîşan jî dê berxwedana Efrînê berdewam bike.”   'RÛSYA, NY Û YE BERPIRSIYARIN'   Abdullah, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bêyî ku hîn zêdetir bêş de herin, divê hemû kes berpirsiyariyên xwe yên siyasî û mirovî bînin cih. Ji vê saetê û şûn de hemû komkujiyên pêk werin berpirsê wê Rûsya, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û hêzên navneteweyî ne.”    'DÊ ŞANDEYA BAŞÛR LI EFRÎNÊ BE'   Abdullah baş kişan ser raperên gel ên ji bo Efrînê û wiha bilêv kir: “Kurd û dostên wê ev du rojin li Ewropa li ser piyane. Em vê berxwedan û serhildanê silav dikin. Gelê Efrînê bi rihê Avesta Xabur li ber xwe dide. Berê hemû gelên me yên Bakurê Sûriyeyê li Efrînê ye. Her roj mîna karwanan di herikin Efrînê. Gelê Efrîn ligel êrîşên li ser wan jî Efrînê terk nakin. Îro dê gelên me yên Başûrê Kurdisatan û Herêma Firatê bên Efrînê û mil bidin milê gelên Efrînê.”       'SERKEFTIN A GELAN E'   Asya Abdullah, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berxwedana Efrînê gehiştiye mertebeyek din.  Divê hin zêdetir gel xwedî Efrînê derbikevin. Balafirin şer 24 saetan gelên sivîl bombebaran dikin. Em hemû gelên ji bo Efrînê rabûn serhildanê silav dikin. Em ê berxwedana xwe  ya bi YPG/YPJ’ê re berdewam bikin. Em ê li ser axa xwe bijîn. Dê artêşa Tirk, DAIŞ û El Nusra qezenc nekin. Gel 52 rojin li ber xwe didin. Serkeftin dê ya gelan be.”   MA / Nazim Daştan