Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in? 2018-03-12 11:47:08 EFRÎN - Şerê Tirkiye yê li ser gelê Efrînê 52 rojin bi tang, top û bombebaranê didome. Li dijî êrîşên li ser Efrînê, gelên ku hatin Efrînê bûn mertalên zindî bertekên xwe li dijî bêdengiyê anîn ziman û gotin: "Hêzên navneteweyî li dijî vê komkujiyê ker, kor û lal in. Gelo hûn di nava kijan plan û lîstikan de ne?"  Şerê Tirkiye yê li dijî gelê Efrînê 52 rojin didome. TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer ax û bajarê Efrînê bombe dike. Heta niha di êrîşa tang, top û bombebaranê de 232 sivîl hatin kuştin. zêdetirî 650 sivîl birîndar bûn. Li dijî êrîşan Hêzên Sûriyeya Demkoratîk (QSD) parastina rewa dike û gel ji êrîşan diparêze. Gelên ji bajarên cuda hatin Efrînê jî li dijî êrîşan biryar dan ku bibin mertalên zindî û Efrînê biparêzin.    Bi hezaran welatiyên li taxa Eşrefiyê kom bûn, şeva xwe li qadan derbas kirin û nobet girtin. Gelên ku hatin Efrînê û bûn pertalên zindî şervanên kurd ên li eniyan şer dikin bi tenê nahêlin. Ji 5'ê Adarê heta niha seferberiya ku li Bakurê Sûriye hat destpêkirin, kurd, ereb, turkmen û suryanî jî tev lê dibin.    'ÇIMA KER KOR Û LAL IN?    Yek ji mertalên zindi ya ji Qamişlo hat Hediya Seid a 50 salî ye. Seîd, diyar kir ku ji bo gelê Efrînê ji êrîşan biparêze, wê û gelê Efrînê mil dane hev û li ber xwe didin. Seid, anî ziman ku ew dê heta dawî bajar biparêzin û wiha got: "Soza me hem ji fadaiyên axa xwe parastin û jiyana xwe ji dest dan û hem jî ji serokê me re heye. Em dê heat dawî li vir bin û axa biparêzin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin. Çima hûn ker, kor û lal in?"    'EV WELAT AXA ME YE'   Seîd, bertek nîşanî helwest û gotinên Serokê AKP'ê Erdogan jî da û wiha got: "Em ji tang û topên we natirsin. Dema em li vir çalakiyê dikin li ser me bi tan û topan bombeyan dibarînin. Em jin dê bi hevre Efrînê biparêzin. Ev welat axa me ye. Heta em hemû axa ku hatiye dagirkirin azad bikin emê têbikoşin. Em dê li gel zarokên xwe têbikoşin. Ev welat welatê me ye. Ev ax axa me ye."    'EM WEKÎ MERTALÊN ZINDÎ LI VIR IN'   Mertala Zindî ya ji Amudê hat ya 40 salî Nisrîye Mehmud jî anî ziman ku gel ji herêma Cizîre û Firatê herikîne Efrînê û wiha got: "Ji bo em jinê Efrînê bi tenê nehêlin em hatin Efrînê. Em wekî Mertalên Zindi hatin axa Efrinê biparêzin. Em ji bo axa xwe û warê xwe biparêzin li vir in. Jin ji bo piştgiriyê bidin Efrinê hatin vir û dê bi ser bikevin."    GELÊ EREB MERTALÊN ZINDÎ YE   Mertalê Zindî Mihemed Hesen ê 26 salî jî ji Hesekê hatiye Efrînê. Mihemed, anî ziman ku li Efrînê tenê kurd najîn û wiha got: "Ev bajarê gelan e. Ji ber vê yekê ne tenê kurd dê gelên herêmê Efrînê biparêzin. Gelê ereb, tirk, xiristîyan û kurd dê bi hevre Efrînê biparêzin. Ev axa ciyê jiyana hevpar e. Ji bo em bibin dengê gelê Efrînê hatin vir."   ‘EM BI FIKRÊN APO LI SER PIYAN IN'   Mertalê Zindî Mihemed Dawî yê ji Til Temirê jî wiha got: "Şem çiqilek dara zeytûnê jî nadin wan. Kurd li dijî êrîşan bi ruhê neteweyî bertekên xwe tînin ziman. "Kurd li Efrînê bûn netew. Em li pişt hêza YPG/YPJ'ê ne. Me Erdogan û hevkkarê wî li Cizîrê têk bir em dê li Efrînê jî têk bibin. Em bi fikrên Serok Apo li ser piyan in. Me bi fikrên Serok Apo ji Hesekê heta Reqqayê paqij kirin. Em li Efrînê jî destûr nadin êrîşkar bi ser bikevin."    MA / Nazim Daştan