Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên 2018-03-12 10:42:42 NAVENDA NÛÇEYAN- Li 25 navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo piştgiriya Efrînê dê bi dirûşmeya “Rojhilat Efrîn e” xwepêşandan bên lidarxistin.   Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û paytexta Tahrana Îranê, dê çalakiyên bi dirûşmeya “Rojhilat Efrîne” bên lidarxistin.  Bangawaziya çalakiyê li ser tora civakî hat kirin. Îro saet 17.00’an li paytexta Îranê Tahran, li bajarên Sîne, Kirmaşan, Urmiye, Îlam û bi dehan bajar û navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandan dê bên lidarxistin.   LI 25 NAVENDAN ÇALAKÎ   Bajar û navendên çalakî lê pêk bên wihane: “Di vê çarçoveyê de îro saet 17:00’an li ber balyozxaneya Tirkiyeyê ya Tahranê, Çar rêyana Newbehar a Kirmaşanê, Meydana Navendê ya Urmiye, Meydana Îqbal a Sine,  Meydana 22 ya Behmen a Îlam û Meydana Çiwarçira ya Mehabad û bajarên Merîwan, Kamîran, Şabad, Ciwanro, Serpêl Zehaw, Sehne, Seqiz, Bane, Bokan, Dîwanere, Gêlan Xerb, Pawe, Riwanser, Qurwe, Bîcar, Dêwlan, Abdanan, Pîranşar, Şino, Mako û Xoy.   Li aliyê din jî dê li bajarên Hewlêr, Silêmaniyê, Ranya, Belakayetî, Pencewîn û gelek bajarên din ên Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê çalakî bên lidarxistin.