ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN 2018-03-12 09:00:34 * Nûnerên Malên Gel, EMEP, SYKP û SEP’ê bertek nîşanî şerê hewayî û bejayî ku 52 rojin li ser Efrînê berdewam dike, dan û xwestin êrîşên li ser gelê Efrînê bi lez bê rawestandin. Nûnerên partiyên Sosyalist diyar kirin ku li Efrînê Efrînî dijîn û wiha gotin: "Şerê heyî bi yekîtî û tifaqa gelan dikare raweste." * Nûnerên saziyên civakên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan bertek nîşanî êrîşên 52 roj ên li ser Efrînê dan û gotin: “Ji bo ku komkujî pêk neyên, divê êrîşên li ser Efrînê demildest bi dawî bibin.”   * Tirkiye bi îdiya “Dê aramiyê bibe Efrînê” 52 roj in êrîşî Efrînê dike. Welatiyên Amedê li dijî êrîşan bertek nîşan dan û diyar kirin ku desthilatdariya li Tirkiyeyê bêaramiya xwe vediguhezîne Efrînê û li dijî destkeftiyên kurdan dijminahiyê dike.    * Dayika Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir û bi dijwarî derb kirin Ayşe Fatma Arslan, diyar kir ku ji bo kurê wê aştî xwestiye hatiye girtin û ev tişt got: "Yên êrîşê kurê min kirin êrîşê vîna gel kirin."   * Fatma Uz a 62 salî ya bi zorê ji taxa Dabanoglu hat koçberkirin, li taxa taxa Lalebey bi cih bû. Uz, diyar kir ku Sûr warê bereket û hebûnê ye û qet heviya xwe ji Sûrê nake.    * Kelehya Ayanîsê ji serdema Urartuyan maye, yek ji wan kelehên çanda gelan a herêma Wanê temsîl dike ye û bi hemû bedewiya xwe li ser piyan e. 29 sal e di kelehê de lêkolîn tê kirin, di pişt platformê de hepis kirine.   * Ji bo Newroza Stenbolê ya ku dê li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin, xebat di asta herî jor de ye. Bi dehan komîsyonên li herêman ava kirin, xebat tên meşandin. Komîsyon bi prespektîfa "Li dijî faşîzmê yekitiya hêza demokrasiyê" xebatan dimeşîne.   * 16'ê Adarê 30'yemîn salvegera komkujiya Halepçe ye. Hêj hesap ji Helepçe nehatiye pirsîn, niha Efrîn bi komkujiyê re rû bi rû ye. TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer ji hewayî û bejayî 52 rojin li ser hev Efrînê bombe dikin. Zêdeyî 850 welatiyên Efrînê di nava bajar de bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li aliyekî hemû cîhan êrîşan temaşe dikin û li hemberî vê komkujiyê bêdeng in. Li aliyê din hêzên mezin ên cîhanê planan dikin.     * Piştî qedexeya derketina derve û pevçûnên li bajarên wekî Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Amedê derketin, di operasyonên li gelek bajaran de bermahiyên leşkerî bûn sedema gelek mirinan. Di 2 salan de ji ber teqemeniyên leşkerî 19 zarokan jiyana xwe ji dest da, 36 kes jî birîndar bûn.   *  N.Y.A., ya rastî îstîsmara zayendî ya B.A. hat, diyar kir ku ji ber B.A., serbest hat berdan ewlehiya wê tune û jiyana wê di talûkeyê de ye. N.Y.A., diyar kir ku ew naxwaze wekî Helin Palandoken bê kuştin û wiha got: "Dema ez bêm kuştin jî dê bêjin bi riza wê bû.    * Rêveberê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî û endamê Însiyatîfa li Dijî OHAL'ê Bulent Atamer, diyar kir ku cihê OHAL'ê têrê nekir, polîtîkaya şer xistine dewrê. Atamer aşkera kir ku di mijara kurdan de gelek partî nijadperestiyê dikin.   * Wekîlê HDP'ê Nîmettullah Erdogmuş destnîşan kir ku peymana tirkperestiyê ya Tirkiyeyê nehatiye nivîsandin tê rojevîkirin, divê bêdengiya kurdan xelet neyê xwendin.   * Danişina doza cînayetê Rojnameger Hrant Dink dê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) ya Edeneyê dê li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê bernameya Newroza Edeneyê bi raya giştî re parve bike. (12.00)   * Endamên Platforma Dijberî Nukleerê ya Mêrsînê dê bi minasebeta salvegera facîaya Fukuşima li odeya Endezyarên Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)   * Malbatên Şehîdên Gazi Umraniye, Saziyên Elewiyên Sultangazî, Gelê Gazî, bi armanca salvegera komkujiya 12'ê Adarê ya Gazî dê li pêş Cemxaneya Gazî kom bibin û heta qereqola berê bimeşin. Dê piştre li pêş Postexaneya Berê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00-15.00)