Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin 2018-03-11 20:52:16 NAVENDA NÛÇEYAN – Li welatên ewropa bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê û şerê Tirkiye yê li ser Efrînê şermezar bikin meşiyan.     Şerê Tirkiye yê li ser gelê Efrînê 51 rojin bi tang, top û balafirên şer berdewam dike. Bi deh hezaran gelê kurd û dostên kurdan ji bo êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Efrînê meşiyan. Kurd li kolanan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin û bedengiya welatên Ewropa şermezar kirin. Li Paytextê Rusya  Moskova jî kurd derketin kolanan û çalakî pêk anîn.    LI SWÊDÊ DEH HEZAR JI BO EFRÎNÊ MEŞIYAN   Li paytextê Swêdê Zurihê bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ji bo Efrînê meşiyan. Girse li Helvetiaplatzê ya Zurîhê bi dirûşmeya “Efrîn ne bi tenê ye", “Dewleta dagirker a Tirkiye", “Komkujiyan rawestînin" û “Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin. Di meşê de dirûşme berz kirin û li kargeriyan alên YPG û YPJ'ê daliqandin. Deh hezaran bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) şermezar kirin. Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Nuri Mehmud bi telefonê tev li çalakiyê bû û diyar kir ku gelê Efrinê dê heta dawî li ber xwe bide."   LI PÊŞ PARLAMENTOYA DANİMARKA ÇALAKÎ PÊK ANÎN   Girseya ku li pêş parlamentoya Kopenhagê ya Damîmarka kom bûn jî helwesta Neteweyên Yekbûyî û êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kir. Girse li pêş Parlamentoya Damînarka kom bûn û heta navenda bajar meşiyan. Girse dê sibê saet di 12.00’an de li pêş sefaretxaneya DYA û Rusya çalakiyê pêk bînin.    BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA HOLLAND DAN    Li bajarê Den Haag ê Holanda jî kurdan û dostên kurdan êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê şermezar kir. Kurdên duh li balafirgehê çalakî pêk anîn îro jî li pêş parlamentoyê çalakî berdewam kirin. Girsê bêdengiya Holanda ya li hemberî Tirkiye û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Girseya ku li vir mîtîng pêk anî piştre heta îstasyonê meşiyan. Girsê diyar kir ku heta dagirkeriya Tirkiye bi dawî bibe dê li qadan bin.    LI AVUSTURYA ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ    Li bajarê Înnsbruck ê eyaleta Tirolê ya Avusturyayê jî  kurd u dostên kurdan li pêş Goldenes Dachlê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Girsê bê navber bi dirûşmeyan piştirî dan Efrinê.    LI ÎNGÎLÎSTANÊ ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ   Li bajarên Nottingham û Manchesterê yên Îngîlîstanê jî kurdan çalakiyên girseyî pêk anîn. Kurdan li navenda Old Market Square çalakî pêk anîn. Li vir nûnerê Revolutionary Communist Group (Koma Komînîst a Şoreşger) axaftinek kir û xwest Hikûmeta Îngîlîstanê demek berî demekê hêza xwe ya li ser Tirkiye paşve bikişîne û zextan li Tirkiye bike ku hêza xwe ji ser Efrînê bikişîne. Li pêş îstasyona Trênê ya Pacddily jî çalakî pêk anîn. Ji ber çalakiyê seferên trênê hatin betalkirin.    LI PÊŞ WEZARETA SWÊD ÇALAKÎ   Li paytextê Swêdê Stockholmê jî kurd û dostên kurdan çalakî pêk anîn. Girse li pêş Wezareta Karên derve yên Swêdê kom bûn û bi dirûşmeyên li dijî Erdogan heta Parlamentoya Swêdê meşiyan. Piştî demekê di navbera polîsan û girsê de rageşî derket. Girseya ku barîkata polîsan derbas kir xwe gîhandin parlamentoyê. Çalakvanan li Qada Sergelstorgê meşiyan. Di meşê de “DAÎŞ =Erdogan", "Efrîn xwîn dibe cîhan bêdeng e" berz kirin.    LI FRANSA TEVÎ ASTENGIYAN MEŞIYAN   Li bajarê Lyonê yê Fransayê tevî astengiyan kurd û dostên kurdan meşiyan. Meşvanan belavok belav kirin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.    LI NORVEÇÊ SÊ ÇALAKΠ   Li paytextê Norveçê Oslo jî gel ji bo piştgiriyê bide gelê Efrînê 3 çalakiyên cuda pêk anîn. Li îstasyona navendî mîtîng pêk anîn û bêdengiya hikûmetê şermezar kirin. Piştre li pêş Navenda Çanda Kurd kom bûn. Ji vir jî heta televizyona dewletê ya NRK'ê meşiyan. Çalakvan piştre heta avahiya ku Serokwezîrê Norveçê Erna Solberg lêye meşiyan. Di çalakiyê de xwestin ku Norveç li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin.    RÛSYA ŞERMEZAR KIRIN   Li Paytextê Rusya  Moskova jî kurd derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Nûneren saziyên kurdan ên Moskovayê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwdana Efrinê”  çalakî pêk anîn. Çalakî li pêş nûnertiya Kantonên Rojava ya Moskova pêk anîn. Li ser navê Nûnertiya Kantonên rojava Reşad Bênav, diyar kir ku niha li Efrînê sûcê şer heye û wiha got: "Hemû kesên li hemberî vî sûcî bêdeng bin şirîkê vî sûcê mirovahiyê ne. Em di serî de bang li Rûsya dikin û hemû welatên cîhanê li hemberî komkujiya Efrînê dengê xwe bilind bikin û Tirkiye paşve bikişinin. Li Efrînê xwedî derkevin. Li Efrînê mirovahî tê qetilkirin.      KIBRIS: CÎHAN BÊDENG E    Li bajarê Limasolê yê Kibrisê jî hunermend Murat Yıldız ji bo balê bikişîne ser zarokên li Efrînê tê kuştin çalakiya "Cîhan bêdeng e" çalakiya bêdeng pêk anî. Yildiz xwest cîhan li hemberi komkujiya li Efrînê bêdeng nemîne.      SAARBRUCKEN    Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, jî ji bo Efrînê li qadan bûn. Gel li pêşiya Europa Galeri li hev civiyan û êrîşên li ser gelê Efrînê protesto kirin. Zêdetirî 1000 kes beşdarî meşa gel bûn û dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" qîrkirin. Li pêşiya Europa Galeri mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de Hevseroka NCDK’ê ya Saarbruckenê Dîlan Akogan axivî û diyarkir ku wê hemû qadan bikin cihê berxwedanê. Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û  "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.   HANNOVER    Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan. Gel li pêşiya HBF a Hannoverê li hev civiyan û ber bi cadeyên qelabalix yên bajêr ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPG" , "Bijî Berxwedana Serdemê" , "Kujer Erdogan"  û "Merkel fînanse dike, Erdogan bombebaran dike" berz kirin.   AACHEN    Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên TSK û OSO yên bi tang û topan ên li ser gelê Efrîê protesto kirin. Bi sedan kes li pêşiya Mala Gelê Kurd a Aachenê kom bûn û bi alên YPG/YPJ, PYD û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê" , "Bijî YPG/YPJ" û "Terorîst Erdogan" heta qada Elisenbrunnen meşiyan. Li qada Elisenbrunnenê mîtîngek hate lidarxistin û mîtîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.  Piştre endamê NAV-DEM’ê Xalit Taşkirin axivî û wiha got; “Ev şoreşa ku bi felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan hatî avakirin wê dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe.” Şafak Denîz li ser navê MLKP’ê axivî û wiha got; “Rojava dilê Kurdistanê ye. Li rojava şerê gel ê şoreşgerî heye. Îro li Efrînê şerê şoreşgerî û demokratîk ê gel tê kirin.” Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" , "Bijî YPG/YPJ" , "Terorîst Erdogan" û "Kujerê zarokan Erdogan" bi dawî bû.   MUNSTER    Kurdistaniyên li bajarê Munster ê Elmanyayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Efrînê daketin qadan. Çalakiya sivîl ya gel heya niha jî didome û gel li qadan e.   TRÎER    Li bajarê Trîer ê Elmanyayê jî Kurdistanî li qadan bûn. Gel li pêşiya Viehmarktplatz li hev civiyan û mîtîngek lidarxist. Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" hate berzkirin. Di çalakiyê de nûnerê NCDK’ê yê Saarland Pehlevan Roj axivî û berxwedana Efrînê silav kir. Roj banga serhildanê li Kurdistaniyên li Ewropayê kir.   STÛTTGART    Li bajarê Stûttgartê jî bi heman armancê, zêdetîrî 5 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. Polîsên Elman êrîşî gel kir. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi tevlîbûna 5 hezar kesî çalakî hat lidarxistin.  Girseya gel a ku li her rê û kolanên bajêr di nava çalakiyan de ne, polîsê Elman bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir. Gel dirûşmeya "Her der Efrîn e, her der Berxwedan e" berz kirin. Polîsê Elman meşa gel asteng kir. Lê çalakî domiya.    DUSSELDORF   Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji danê sibê ve Kurdistanî  û dostên wan çalakiyan li dar dixin. Polîsê Elman dora gel girt. Girseya gel a ku di nava çalakiyan de ye ji bo çalakiya li pêşiya HDF Dusseldorfê banga tevlîbûna bi hêz li Kurdistanî û dostên wan kir. Ji saetên sibê ve li Balefirgeha Dusseldorf girseya gel çalakiya sivîl lidar dixin, polîsan dora gel girt û bi kontrolkirina nasname û kişandina wêneyan girseya gel berda. Polîsan girseya gel a li pêşiya HDF Dusseldorfê dorpêç kir. Di çalakiyê de girseya gel banga kombûna lezgîn li Kurdistanî û dostên wan yên li derdorê kir.       BRUKSEL   Li Brukselê Kurdistanî ji duh şevê ve li qadan in. Girseya ku di bin rêveberiya NAV-BEL û YJK-B de kombûyî, bi vekirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û pankartên li ser nivîsa “PYD,YPJ” li stasyona Tren Mîdî a Brukselê çalakî li dar xistin. Di axaftinên di çalakiyê de hate kirin de bal kişand ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dike û piştî axiftinên “Ewropa bêdeng dimîne, Erdogan jin û zarokan qetil dike” çalakî bi dawî bû. Kurdistanî duh şev jî li Brukselê di çalakiyê de bûn. Girseya ku li pêşiya Gare Centraal kombûyî, meşeke heta Grand Place li dar xistin.   ANVERS   Kurdistaniyan li bajarê Anvers a Belçîka jî, li Navenda Gare Centraal  çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin. Piştre jî girseya gel heya komeleya Anvers meşiyan û nerazibûnên xwe ên li hemberî êrîşan nîşan dan.