Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye 2018-03-11 19:18:38 HELEB – Bi sedan gelê Helebê bi armanca piştgiriyê bidin gelê Efrînê meşiyan. Welatiyên Helebê diyar kirin ku Efrîn ne bi tenê ye.    Şerê Tirkiye yê ji hewayî û bejayî li ser gelê Efrînê di roja 51'an de berdewam kir. Bertek û nerazibûnên gelê kurd û gelên li rojhilata navîn yên li dijî êrîşan her ku diçe zêde dibe. Li ser banga TEV-DEM'ê, şêniyên bajarê Helebê herikîn qadan. Meş ji navenda Kongreya Star dest pê kir. Meşvanan alên YPG/YPJ/QSD'ê û wêneyên şehîdan hildan û wêneyên "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kirin û banga serhildana li hember êrîşên Tirkiye kirin. Meşvan li pêşiya nexweşxaneya Henan a taxê rawestiyan û deqeyek rêz girtin. Piştre Rêveberiya TEV-DEM'ê, Endamê MSD'ê Şêx Elî Hesen û bi navê Kongreya Star Leyla Xalid axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser mafê parastina rewa yê gelên Bakurê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk. Her wiha hat zanîn ku QSD'ê di şerê li dijî terorê de serkeftinên mezin bi dest xistine. Di dawiyê de hat destnîşankirin ku Efrîn wê bi saya hevgirtina gelên herêmê bi ser bikeve.   Meş bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.