Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya 2018-03-11 17:05:16 STENBOL – Meclisa Jinan a Tirkiye, bi tevlêbûna zêdeyî 500 jinên ku ji 30 bajaran hatin civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Dilber Sunnetçîglu, diyar kir ku zagona hêjmara 6284'an, ewlehiya jiyana jinan e.  Meclîsa Jinan a Tirkiye bi tevlêbûna zêdeyî 500 jinên ku ji 30 bajaran hatin kom bûn yekem civîna xwe pêk anîn. Civina Meclîsa Jinan a Tirkiye li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Stenbolê pêk hat. Li salona civînê dowîzên “Em dê cînayetên jinan rawestînin", “Jin dê ranewestin" û “Em de îstîsmarê zarokan rawestînin" daliqandin. Jinan di civinê de dirûşmeyên “Jin bibin yek dê dinyê bihejînin" û “Em bêdeng nabin, em natirsin û em serî natewînin" berz kirin.    ‘ZAGONA HÊJMAR 6284 EWLEHIYA JIYANÊ YE'   Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Dilber Sunnetçîglu, diyar kir ku zagona hêjmara 6284'an, ewlehiya jiyana jinan e. Dilber Sunnetçîglu diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Em bêdeng namînin. Em gavan paşve navêjin. Em dê ji bo ewlehiya xwe û zarokên xwe li dijî tundiyê têbikoşin. Em dê li korîdoren edliyê li cem dayikên ku zarokên xwe winda kirine rawestin. Zagona hejmar 6284 a der barê Parastina Malbatê û Rawestandina Tundiya li ser Jinan ji bo jinan ewlehiya jiyanê ye. Divê naveroka vê zagonê ji hemû jinan re bê vegotin."    Piştî axaftina vekirinê ewil Emine Ekşî axivî û wiha got: "Divê rewşa tenduristiya jinên li tax û gundan li ber çavan bê girtin û jinên li tax û gundan di milê tenduristiyê de bên agahdarkirin.    Civîn bi axaftinan didome.