Oktay spartin axê 2018-03-11 16:43:17   COLEMÊRG - Malbata Berat Oktay ê li Geverê bi teqemenîyekê jiyan xwe ji dest da, cenazeyê wî ji nexweşxaneyê girtin û li Goristana Akalînê defin kirin.   Zarokê 10 salî Berat Oktay, duh êvarî li taxa Gundorê ya navçeya Gevera Colemêrgê li zeviyek vala amûrek li erdê dît û amûr di destê wî de teqiyabû. Oktay, dema rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê jiyana xwe ji dest da.  Malbata Oktay cenazeyê kurê xwe li Nexweşxaneya Lêkolînê a Herêma Wanê wergirtin û anîn Goristana Akalinê ya navçeya Geverê. Malbate piştî wecîbeyên olî cenazeyê Oktay spartin axê. Malbatê bi dilekî şewat cenazeyê kurê xwe defin kir, li Mizgefta Hecî Ubeydullahê serlêdanên sersaxiyê qebûl dikin.