Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in 2018-03-11 16:38:09 STENBOL - Malbata Berkîn Elvan yê di çalakiya Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest da, di 4'emîn salvegera wî de li ser gora wî ew bibîr anîn. Bav Samî Elvan li ser gorê axivî û got: "Qatil diyar in. Ez israr dikim û dibêjim Qatil yê got 'Min ferman da. Polîsê min destan nivîsand' e.  Malbata Berkîn Elvan, di 4'emîn salvegera kuştina wî ya di çalakiyênk Parka Gezî de bi guleya polîsan birîndar bû û piştî 269 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî bibîr anîn. Di bernameya bibîraninê de malbata Elvan, Dayikên Şemiyê, Dayika Ethem Sarısuluk Sayfi Sarisuluk, helwestvan Ataol Behramoglu, reveberên HDP, CHP û gelek kesên din amade bûn. Li ser gorê polîsan kesên hatin tev li bernameya bîranînê bûn yek bi yek di lêgerînê re derbas kirin. Endamê Kaldiraçê bi sedema dowîza "Katil Devlet" li ser wî hebû hat binçavkirin.    Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan kirîz derbas kir û ji ser xwe çû. Parêzerê malbata Elvan Prz. Can Atalay, diyar kir ku kesên ku dayika zarokekî bikin dijminê xwe û xwe bikin îktîdar divê ji xwe şerm bikin. Em ji bo Ceylan Onkol û hemû zarokên hatin kuştin edaletê dixwazin.    Bav Sami Elvan, jî bang li siyasetmedarên li îktîdarê kir û wiha got: "Hem dibêjin 'Li welatê em edalet heye. Hem jî kurêmin qetil dikin û tînin li vir defin dikin. Ev yek jî têra wan nake û tên li dora goristanê barîkatê datînin. 5 salin ez heman êşê dijîm. Li vî welatî gelek bedel hatin dayIîn. Em dixwazin êdî li vî welatî bes bedel bên dayîn. Em dixwazin Berkînên din neyên kuştin. Qatil pir aşkere li holê ye. Qatil kesên dibêjin 'Min ferman da. Polîsê min destan nivîsand' e. Ger ku kê ferman dabe ew qatil e.